Mela Cîhad: Viyan û parastina ax û welatî erkekî olî yê pîroz e

.

Mela Cîhad spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ku bi dilgermî di hawara lêqewimî û zirardîtiyên lehiya Dihokê çûn. 

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê amajeyê dide ku viyan û parastina ax û welatî erkekî olî yê pîroz e, herwesa spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ku bi dilgermî di hawara lêqewimî û zirardîtiyên lehiya çend rojên borî ya Dihokê çûn.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Mela Cîhad Hesen îro (Înî, 29.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Viyan ax û welatî xweza û fitreteke Xudayî ye, mirov pêve girêdayî ye û tiştekî ji dil û derûnên mirovî veneqtiyayî ye”.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê amaje jî da, “Xudayê mezin mirov li ser erdî kiriye şûngirê xwe ku ji erdî hez bike û avedan bike û ev jî ji bo her mirovekî pîver e ku ji ax û welatê xwe hez bike”.

Mela Cîhad Hesen tekez jî kir, “Her kesekê ji ax û welatê xwe hez neke, berovajî xweza û fitreta Xudayê mezin û destûrê Îslamê kiriye”.

Navbirî ron jî kir, “Dijminên Kurdistanê li dijî Kurdistanê û pêkvejiyana pêkhatên wê yên olî û neteweyî ne û bizavê ji bo têkdana wan dikin, lewma parastina Kurdistanê ji her bizaveka ji vî rengî li dû destûrê Îslamê bergirîkirina ji jiyan û can û ol û ax û welatê xelkê wê ye”.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê herwesa got, “Dijminên Kurd û Kurdistanê bi çend awayên siyasî, serbazî û aborî Herêma Kurdistanê siza didin û xelkê wê birsî dikin û ji mafên wê bêbar dikin, di demekê de ku Xudê mafê hebûn û jiyanê pê daye”. Ron jî kir, “Dijmin dixwazin qewareyê Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê li ber çavên xelkê Kurdistanê reş bikin”.

Mela Cîhad Hesen tekez jî kir, “Eger qewareyê Herêma Kurdistanê nemîne, xwe dîndarî jî bi awayekî azad nayê kirin û mela jî nikarin peyama Xudê bigehînin xelkî û xizmeta xelk û axa xwe bikin”.

Navbirî herwesa amaje da ku parastina ax û welatî erkekî pîroz e û got, “Her kesekê xiyanetê lê bike, dikeve bin wî emrê Xudê ku dibêje xirabiyan li ser erdî belav nekin”.

Mela Cîhad Hesen li dawiyê jî spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku bi dilgermî di hawara lêqewimî û zirardîtiyên lehiya çend rojên borî ya Dihokê çûn.

K24

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike