Îro 30 sal di ser koça dawî ya helbestvanê kurd Mela Ehmedê Palo re derbas dibin. Ehmedê Palo di sala 1920an de ji dayik bû û sala 1991ê wefat kir. Palo jiyaneke dijwar borand, lê berhemên balkêş û dîwanên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde kir.
Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Sêraçûr ê girêdayî Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Hîn zarokekî 3 salî bû, sêwî ma û jiyaneke pir zehmet û tije kul û keser derbas kir.
Piştre Palo demekê li gundê Weysîkê şivantî kir û berê xwe da Binxetê. Li gundê Xeznayê ma û hate Amûdê û dûre li bajarê Qmişlo bi cih bû.
Palo bi erebî, farsî û tirkî, herwiha bi zaravayên kurdî yên sereke jî zanîbû. Palo di 9ê Gulana 1991ê de, koça dawî kir û li goristana Mehmeqeya li Qamişloyê hate veşartin.
Seydayê Palo gelek berhemên giranbuha afirandin, lê heta niha tenê du berhemên wî yên çapkirî hene bi navê: Dewr û Gera Kurdistanê û Rêzimana Kurdî. Ji berhemên neçapkirî yên Palo jî, pirtûka Pendên Etar ku Palo ew ji farsî wergerandibû kurdî, Ferhengeke kurdî-tirkî, destanek bi navê Civîna Nemiran ku ji 10 hezar malikan pêk tê û çend berhemên din.
Palo di destana “Civîna Nemiran” de, geşteke dûrûdirêj di nav dîrok û erdnîgariya Kurdistanê de dike û kula dilê xwe wiha tîne ser zimên:
Ji bunyad û ji kokê
Kurd e ji dil Pehlewî
Ji daxwaz û divokê
Tê de nake berberî
Dilpaqijî dibîne
Rêya jîn û xebatê
Ber û mêwe diçîne
Dibistana felatê
Ji Palo ne ji banî
Şax û xerzik vedane
Ji Kurdak û ji Manî
ji Maj û Mûj xuya ne
(Rûdaw)