Melayên Herêma Kurdistanê Îranê protesto kirin

.

Mamostayên olî yên îslamî yên li Heerêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li dijî Hewlêrê şermezar kirin.

Mamostayên olî, ji ber êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ya li dijî welatiyên sivîl, li Hewlêrê kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê rejîma Îranê protesto kirin.

Di daxuyaniyê de mamostayên olî yên Îslamî destnîşan kirin ku cihê xemgîniyê ye ku welatekî misilman êrişî Hewlêrê bike.

Mamostayan di daxuyaniyê de gotin: “Wek mamostayên olî, tiştê ku me dilgiran dike ew e ku welatekî cîran ê bi nav Îslam e, êrîşeke wiha dike û em vî welatê misliman riswa dikin. Pêxemberê Îslamê gotiye ku gunehê tikbirina Kabeyê pir hindiktire li hember gunehekî ku mislimanek xwîna mislimanekî birêje. Ji ber vê yekê wek mamostayên olî yên Îslamê yên Kurdistan em daxwazê ji rêberê olî û serokkomarê Îranê dikin ku vê rewşa aloz çareser bikin û careke din êrîşeke wiha ya nerewa li dijî gelê Herêma Kurdistanê nekin."

Mamostayên olî destnîşan kirin ku Herêma Kurdistanê aramgeha pêkvejiyana hemû pêkhateyên olî û neteweyî ye û ji ber vê taybetiya xwe, tu kes xwe li Herêma Kurdistanê weke mêvan nabîne.

Di dawiya daxuyaniyê de mamostayan ji komelgeha navneteweyî daxwaz kirin ku li hember vê zilmê bêdeng nemînin. 

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'