Osman Sebrî navekî din ê bêminetîyê ye bi raya min. Ji min ve wisa xuya ye. Ne ji jîyanê tirsîyaye, ne ji mirinê. Tu dibêjî qey çend car li ser hev jîyaye û dê bijî. Mineta xwe tune.
Di hindava “prosaic” û “poetic”ê de ye. Ne dîlê wateyê ye, ne yê hêmayê. Dikarî bêjî jîyana wî jî wek helbesta wî ye. Ji kesî nexwarîye, dîyar e.
Herçî Mele Mistefa Barzanî ye, olaneke kevn e ji dilê min. Her li hespekê kapreş siwar e, tifengek li mil e. Yekem weşana îllegal a min dîtî, kovara Xebat bû ku alîgirên wî belav dikirin. Berg û rûpelên zer, tîpên reş ên bi qemçik. Di ser de kilama behsa mirina wî li dûrî welêt dike ku bavê min her distirê.
Min wisa dizanî ku ez ê careke dî nejîm, lê ew olana kevn olaneke nû divîya. Rabûm min dest bi antolojîyekê kir: Sed Helbest bo Mele Mistefa Barzanî. Ji Kafkasan heya Kirmaşanê, ji Urmîyê heya Efrînê gellek helbestvan bo Barzanî helbest nivîsîne. Hin ji wan ji xwe re kirine edet ku serê salê helbestek binivîsin, wek Hejar Mukiryanî.
Ji her helbestvanê/î helbestekê digirim. Min ji pêncî helbestî, ango helbestvanê/î derbas kirîye. Îca gava bû pirtûk, ez ê her helbestê li ser fotoyê riwekeke endemîk a Kurdistanê raxêlim. Dostekî 96 heb bo min peyda kirin, man 4, dê hebin.
Antolojî sê beş in: Jîn, Têkoşîn û Şîn. Ji binnavan dîyar e ka çi cure helbest diçin kîjan beşê. Lê helbestên Osman Sebrî li tu beşê nayên! Gava hatim ser helbestên wî, plansazîya antolojîyê lê asê ma. Min digot qey çi helbestvan hene her qencî û berxwedêrîya Melê nivîsîne. Lê na, Apê Osman wî rexne dike. Osman Sebrî, Barzanî wisa rexne dike ku têxim nav antolojîyê, ji rêya armanca pêşîn dûr dibim. Heke yeka Apo tê de nebe ya dikim nabe hizbayetî? Wek “antolojîst” mafê min heye dîyardeyekê tune bihesibînim?
Osman Sebrî di sê helbestên xwe de behsa Mele Mistefa Barzanî dike. Herduyên pêşîn rasterast li ser wî hatine nivîsîn: “Serdarê Bilind” (SB) û “Gazin ji Barzanî” (GB; Dîwana Osman Sebrî, Amd. A. Balî,2005, Berlîn, Evra Verlag). SB di 15ê Adara 1970yî de hatîye nivîsîn, GB di 15ê Hezîrana 1970yî de. Ya pêşîn pesn e, ya duyem rexne. Di nav sê mehan de ka çi bûbe, boçûna helbestkêr guherîye. Helbesta dawîn ne rasterast bo Barzanî ye, lê rexneyî ye ku navê xwe “Bersiva Hoşeng” (BH) e û dîroka nivîsînê 15ê Adara 1977an e.
Risteya pêşîn a SB weha ye: “Serdarê bilind gel te gîhand warê azadî” (44). Di vê helbestê de Barzanî “serdar” e, “xwedî” ye, “bavê dilovan” e, “gewreyê Kurd” e û “keştîya gel” gîhandîye “saxa aşitî.” (Divê bibêjim; di nav çepgirên demê de peyva “aşitî/aştî”, “kod”a sosyalizmê bû.) Digel van pesnan rexneya li “cahşên sîyasî” jî bala meriv dikişîne. Yên navên wan nayên hildan gellek in, lê yên navên wan tên hildan Îbrahîm Ehmed û Celal Telebanî ne. Herdu jî ji baskê çep ê Partî Dîmukratî Kurdistan (PDK) bûn. Di helbesta nav borî de rexneyên Osman Sebrî bo Ehmed û Telebanî, zêde giran in:
Waha dibînim, va tîrijên roya me dertên
Îbrahîm Ahmed, tevî Celal serî di ber tên
Tên ber derê te pabûs û sernizm û fihêtkar
Nizanim dê çawan rave te kin wan rûyên zengar
Zengarî bûbûn ji bêbavî xinizîya reş
Piştî çêrîyan li Bexdadê têr xwarin kerbeş (44)
Helbestvan bo wan dibêje: “Neqenc”, “rûreş”, “caşikên nezan”, “ehmeq”, “caşên sîyasî” û “bê şerm û fihêt.” Di pey re gotinê tîne du celeb “caş”ên li Sûrî:
Li Sûrîyê jî du celeb caş derketin meydan
Her celebekî di rêkê ra dan ser şopa wan
Lê gel dizanîn bêbav çawan hatin firotin
Li Şam û Bexdê bi destê Beis ew hatin dotin (45)
Herdu risteyên dawîn jî ev in: “Bijî ji bo gel, her tu bijî Serdarê kurdan / Bijî serbilind gewreyê kurd di nav Kurdistan” (45).
Helbesta GB, yanê “Gazin ji Barzanî”, weke min li jorê gotî sê meh piştî GBê hatîye nivîsîn. Lê di pirtûkê de li pêş e (42-43) û dirêjtir e. Herdu risteyên pêşîn weha ne: “Serdarê bilind te keys neda me em te pîroz kin, / Ji bo felata Kurdistanê te xwedî doz kin.”
Guherîna boçûna Ap Osmên têkildar e bi gengêşîyên sîyasî yên li Rojava. Ev yek mijara lêkolînê ye. Hêvîdar im dê şareza dîtin û zanînên xwe binivîsin. Ji helbestê xuya ye ku navbera Sebrî û Barzanî de dijminatîyek çêbûye. Helbest weha didome:
Zûka te berê xwe guhazte min bi neyarî!
Holê dixwazî min biderxî di nav vî warî..
Peyva te kirî derheqê min gelek giran bû,
Peyvek dererê ne sezayê şêrê Barzan bû.
Çawan te karî wê gotina bibêjî!.
Jehra di dilê xwe de mayî holê birêjî…
Rast e berî vê çil salî bû xeydek di nav me,
Perdeke gelek reş û tarî xwe dabû çav me. (42)
Weke xuya ye helbest dibe name. Jixwe Apê Osman notek danîye binê helbestê, dibêje: “Ev helbest bi destê kek Hebîb Kerîm, ku di wê demê de sekreterê PDKê bû, gîha destê M. Mustafa Barzanî” (43). Behsa hin tiştan tê kirin ku tenê herdu dizanin: “Wê gavê dîsa derheqê min tu bû sitemkar/ Kirek wekî wê navê bike çi kesê hişyar” (42). Xuya ye dilê wan ji hev dimîne, lê bi gotina Apê Osman berê Barzanî dikeve “rêya felatê.” Li gorî helbestê helbestvan piştî vê yekê “rûpelên reş” diçirrîne û rika dilî vediguhêze bi “hezkirinek xweş.”
Osman Sebrî gotinê tîne ser aqûbetê. Bi Barzanî re ye, lê “her du li pêş in”, yanî Osman Sebrî û Barzanî li pêş in. Xwe ji wî kêm nake. Li gorî helbest-nameyê hin kes dixwazin navbera herduyan xera bikin. Osman Sebrî bo wan sîfetên weha bi kar tîne: “Nemerd”, “bêbav”, “qehpebav”, “sût” û “gellac.” Lê ew kes çi bikin jî helbestvan dibêje ez dev navêjim “Serdarê Kurdan.” Bo têkoşîna neteweyî divê hin nakokî bên piştguhkirin:
Welat hewceyî têkoşîna me hemîyan e,
Ne Kurdê bîrbir, gundî jî vê rastîyê zane.
Rewşa gelê Kurd divê îro em wek bira bin,
Heya bikarin di şeva Kurd wekî çira bin. (43)
Digel vê yekê dilê helbestkêr ji Melê maye. Li ber xwe dikeve û dengê helbest-nameyê bilind dibe:
Têkoşerê çil salî re “xaîn” nayê gotin:
Dema bê gotin zor fihêt e, rastî tê sotin.
Dirêjîya vî çil salê han herdem zîvar bûm,
Gel tev dizane vê rastîyê her bê hefsar bûm.
Hefsarê xurtan hê tucaran neket serê min,
Qelsî û kêmî hê tucaran nehat derê min.
Karî bipirsî li dora xwe, hemî hevalan,
Kesek heye ku bawer neke vê gotina han? (43)
Apo navberek datîne bi risteya “Her kes ji me bi ramana xwe ketîye Xebatê.” Em li vir helwesta helbestvên dibînin. Lê gelo peyva “Xebat” bo çi bi tîpa girdek dest pê dike? Qey kovara min behskirî ye!? Dibe ku ew jî weke peyva “aşitî”, “kod”ek be.
Ber bi dawîya helbestê ve êdî şîret hene. Li gorî dengê ji helbestê tê divê Barzanî tiştên biçûk daneyne ser xwe. Lê bêminetî jî li dar e: “Neyê bîra te ku mineta kesî hilînim, / Tenê di te de hêvîya me Kurdan dibînim” (43). Helbest bi duayên tenduristî û serkeftinê diçe serî.
Osman Sebrî heft sal şûn de behsê dîsa tîne ser Mele Mistefa Barzanî. Di helbesta “Bersiva Hoşeng” de qala hin kesan tê kirin ku dibêjin:
“Heke şoreş bimaya, welat seranser dibû wêran,
Di nav xerîta cîhan de radibû navê Kurdistan,
Teqez dê hebin hin gotin û peyman,
Di navbera Barzanî û Şahê Îran.” (210-11)
Xuya ye hin kes têkçûna mezin a piştî girêbesta Cezayîrê rasyonalîze dikin. Sebra xwe bi gotegotan tînin, xwe dixapînin. Rexne li Barzanî nakin, lê Osman Sebrî bi carekê diqîre:
Ev e gotina min, ji van celeb kesan:
“Bimirin, biqesin herin nik şeytan,
Divê hûn bizanin ku Barzanî xwe kuşt,
Xwîna cengewerên kurd bi dolaran şuşt,
Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar,
Ji bo we keran her bindestî hişt.” (211)
Girêbesta Cezayîrê. Sal 1975 bû, Îran û Iraq li hev kirin, Kurd li ortê man, hatin qetilkirin. Osman Sebrî rexne li vê yekê dike. Sala helbestê 1977 e. 40 sal derbas bûn. Kerkuk. Têkçûn. “Xaîn”tî.
Du nemir. Yekî gorrek xwest li axa xwe ku ji dûr ve nexuye. Yekî gorrek dixwest ji Yezdanî “di sersîya” çîyan de. Herdu jî olan didin ji hevrazekê.
Ev nivîs ewil li Xwebûnê hatîye weşandin.