Mele Zahîd Çîftkuran têkildarî helwesta Diyanetê ku tê de cih nedaye zimanê Kurdî got, “Eger di dînê me de ji bo zimanê me qedexeyek hebe bêjin da em jî bizanin.”
Mele Zahîd Çîftkuran herwiha got, “Pêwîst e xutbe bi zimanê ku ew civat fêm dike bi rê ve biçe.”
Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş gotibû dê xutbeyên serokatiyê yên înê û rojên cejnê bi 8 zimanan li ser sîstema "e-Devlet"ê cih bigirin.
Di nav vêbijêrkên zimanan de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî cih digirin lê Kurdî di nava vebijêrkan de cih negirt.
Hevserokê berê yê DÎYADERê Mele Zahîd Çîftkuran ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê têkildarî vê mijarê beşdarî bernameya Rûdawê ya Nûrojê bû.
Mele Zahîd bi bîr xist ku Dîyanet di dema Ataturk de ji bo dîn bixin di bin sîstema xwe hatiye avakirin û got:
“Diyanet xutbeya ku were xwendin, bi rêya înternetê ji meleyan re dişîne. Nabe ku mele derkevin ji xutbeyê bi zimanekî din bixwînin.”
“Sîstema Tirkiyeyê Kurdî qebûl nake ”
Mele zahîd daxuyaniya Erbaş bi bîr xist û got:
“Em gelekî matmayî neman. Ji ber ku sîstema Tirkiyeyê wisa bi rê ve diçe. Dibe ku bi zimanên biyanî yên wekî Almanî, Rûsî û Fransî jî xutbe bê dayîn lê mixabin nabe ku bi Kurdî were dayîn.
Ev yek helwesta wan jî eşkere dike ango zimanê Kurdî naxin nava zimanan. Em ji ber vê yekê gelekî xemgîn in.
Li gorî dînê me, ferz e ku Misilmanên li taxekê dimînin, hefteyê carekê bicivin. Di vê civînê de mele, behsa pirsgirêkên taxê dikin.
Pêwîst e ev civîn jî bi zimanê ku ew civat fêm dike bi rê ve biçe.
Dînê me jî dibêje divê her miletek bi zimanê xwe xutbeyê bide lê sîstema Tirkiyeyê zimanê Kurdî qebûl nake.”
“Dixwazin zimanê Kurdî bifetisînin”
Mele Zahîd wiha berdewam kir:
“Xweda teala di gelek ayetan de dibêjê, 'Eger me bixwesta me dikarîbû wan kesan nexuliqînin ku şirîkatiyê ji me re dikin.’
Di ayeteke din de dibêje, 'Eger me bixweste me dikarî em temamê mirovan bi yek ol û yek nîjadî bixuliqînin lê me nekir.’
Herwiha dibêje rengê we zimanê we cuda ne ev jî mezinahiya Xweda nîşan dide. Lewra di nava sîstema Tirkiye, Ereb û Farisan de zimanê Kurdî qedexe ye.
Li herêmên Kurdan dixwazin zimanê Kurdî bifetisînin. Beriya niha serokê bijîşkan jî heman tişt kiribû.”
“Zanyarên olî bi mûçeyan ve girêdayî ne”
Mele Zahîd eşkere kir ku îro piraniya zanayên dînî bi mûçeya ku distînin ve girêdayî ne û got:
“Dema em li dîrokê binêrin, Diyanet di dema Ataturk de hatiye avakirin. Wan bi wê xwest dîn bixin bin sîstema xwe.”
"Mele neçar in wê bixwînin"
Mele Zahîd diyar kir ku zimanê Kurdî û hinek zimanên din sala 2013an "serbest" kiribûn û got:
“Lê piştî wê ziman careke din hat qedexekirin û bi salan e li mizgeftan bi zimanê Kurdî xutbe nayê dayîn.
Beriya niha, demekê alim derketin qadan û wan got an em dê bi zimanê xwe xutbeyê bidin an jî em dê neçin mizgeftan û em dê li derveyî mizgeftan xutbeyê bidin.
Dîyanet dibêje mizgeft cihekî fermî ye û dê bi zimanê fermî ango bi Tirkî xutbe were dayîn.
Her hefte diyanet xutbeya ku were xwendin amade dike û bi rêya înternetê ji meleyan re dişîne. Mele neçar in wê bixwînin.
Nikarin ji derveyî diyanetê tiştekî din an jî bi zimanekî din xutbeyê bixwînin. Di cejnan de jî ev rewş heman e.”
"Zimanê me dayîneke Xweda ye"
Mele Zahîd herî dawî got, “Banga me ji hemû mirovatiyê re ye, zimanê me dayîneke Xweda ye.
Pêxemberê me dibêje, 'Ne Ereb di ser kesê re ne, ne jî ti kes di ser Ereban re ye.’ Kî emrê Xweda bi cih bîne yê bi teqwa ew e.
Em dibêjin, 'Madem em jî Misilman in, madem em jî bi dînê xwe ve girêdayî ne û eger di dînê me de qedexeyek ji bo zimanê me hebe bila bêjin em jî bizanin.
Lê em baş dizanin di pirtûka pîroz û axaftinê Pêxemberê me de jî qedexeyeke wiha nîne.
Ev tiştên ku li ser navê dîn dikin ti eleqeya wan bi dîn re nîne. Ev tişt li derveyî dînê Îslamê ne.”
Rûdaw