Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletîyê li Taxa Cemal Gursel ku zêdetir li wê taxê Elewî dijîn derîyên malên wan bi boyaxa sor û bi îşareta carandin hatine destnîşankirin.
Serokê Şaxa Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Abdal a Meletîyê Mehmed Topal serdana wan 13 malên ku derîyên wan hatine îşratekirin, kirîye û bertek nîşan daye û gotîye ku; "ji niha de tiştên ku bihên serê elewîyan ew texmîn dikin; ew bi guman in dîsa ew ê tûjî zilm û qetlîaman bibin. Divê rayadarên dewletê demildest wan kesên ku derîyên van xanîyan îşaret kirine derxin ortê."
Di Nîsana 1978ê de jî dîsa li Meletîyê malên elewîyan hatibûn îşaretkirin û bi kuştina serokê Şaredarîyê Hemid Fendoglu provaksîyonek hatibû li darxistin û şer di navbera sunne û elewîyan de rû dabû; 8 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes birîndar bibûn.