Siddik Bozarslan
TÊDAYÎYA DESPÊKA PIRTÛKA XEBERAN
EŞKERAKIRIN Û PESINDANA NAVAN Û ESERAN
Bİ AWAYÊ
MİKURÎ Û ÎQRARA Bİ NEÇARÎ Û XİYALŞİKESTİNÊ
BİRYARA GOTINÊ DİGEL UZURXWESTİNÊ
Meygêr, wê qedeha di rengê asîman da dagire
ji wê meya ku wek gîyanê ebedî yê nemir e
da ku em gavek, teze bikin mejîyê gîyan
bi wê meya ku dide gîyanan jîyan
Meygêr, tu birêje qedeha şîn
ava ku dil bîna dike, dike tiştbîn
Têrav bike vî dilê min ê xemgîn
û bêhiş bike vî aqilê min ê dîn
Meygêr, berde qedeha ji cewher
wê şîreya guvaşgeha paqij a wek Kewser
Wê meya wek lalê ron û wek yaqûtê helandî
wê xweşava wek mirarîyan, wê meya wek xunava barandî
Zîpikên xweydanê yên wek mirarîyan birêje nav´ê
Yanî wê eraqa ku dişibe gulavê
dem dem bide destê meyperestan
kesên ku hinek ji dilê wan ketîye destan
da ku qedeha dilan bê nexşkirin bi wê
civata kêf û şayîyê jî bê sazkirin û geşkirin bi wê
Vê meclisa meyxuran tim û tim
mest û serxweş bike, ji nû ve her tim
*
Dibe ku ji feyza wê meyê ya bêdûwayî
dilopek ji min ra bibe alîkar, bi wî awayî
Neş´eya qedeha meya zelandî ya wek xunavî
kêfa tirîyê rezê geş û têrtirî yê berçav
Te´sîreka wisa bike li dilê min
geşî û xweşî peyda bibe li dilê min
Yanî têkeve gîyanê min şewqek
heta ku bigîjê dilê min zewqek
Û jibo nefsa min çêbibe te´sîr
û vebibe sîngê min ê xwedîdîtin û xwedîbîr
Bibe nesîb jibo min pakbûn û safîbûna dilan
û hevdeng bibim ez hingê digel bilbilan
Teyra dilê min ê mirî bê firê û bifire
û bibe stranbêj, bê perde bistire
Carna wek bilbilan binale
carna jî wek şalûlan bikale
”ah”an ku bişîne tim û tim wextê seheran
digel bayê nerm ê hevrê, hevalê derd û kederan
Sed pindikên dilan parçe bibin bi wan ”ah”an, bibişkifin
sosin jî bên ziman, ew jî bipeyivin
Zîpikên avîyê bibin histir û bi wan bigirîn sorgul
û ji înata hemî hevdeman ra bikenin bilbil biçin ji dilê xwe
*
Meygêr, bide min şeraba gulreng
bê ku qanûn bide dengan û dawil bide deng
da ku kargêrê ewletîyê û berpirsîyarê bajêr nebînin
kêfxweşî bicivin, çu xem nemînin
têkilhevî derkevin û biçin ji dilê xemgîn û alûz
dîsa biguherim ez ji nû ve, peyvên xwe bikim têkûz
bi meyê sermest bibim, bêjim gale-galên bêxêr
serxweş bibim, bêjim peyvên vala yên bêkêr
Bê kêf ez neşêm çu tiştek bibêjim
Divê ez bêhiş bibim, da ku mirarîyan birêjim
halxirab bibim, razan (tiştê ne eşkera) bidim der
bê ku bipeyivim, ji dilê xwe derxim gelek xeber
binêwirim ez binêwirim, eyn mîna neyê
wek papaxanan bipeyivim ez, bi xêra wê meyê
bila kifş bibin keramet ji min
û bixuyin meqamên bilind ji min
şaxên mûsîkeyê, ji meqam û awayên dil bi awaz
gulistanê dagirin bi meqamên geweşt û şehnaz
wek neyê ji kûrana dilê xwe bi aheng
bi sed awayî dengan bidim ez, wek saza çeng
wek saza rebab, bê kemançe û keman
deng bê ji dawila min, bê gopal û lêdan
stêra Zuhre (Venus) bila dengê meqamê uşşaq bibihîze
û li ser neh qatên asîmanan rabe reqsê, bileyîze
saza dilê kul, bi têla xwe ya stûr û zirav
bila strana evîna Zînê û Memê lêde, wê evînê bike belav
ez qalkirina xemên dil bikim çîrok, bikim efsane
Zînê û Memê bikim destik, bikim behane
dengekî stranê yê wisa ji perdeyê derînim
Zînê û Memê ji nû ve sax bikim, vejînim
Nexweşok û nesax ketine ew yar û evîndar
îro wek hekîmekî jêhatî yê zanyar
wan derman bikim ez, tedawî bikim
wan bêpiştgiran ji nû ve gîyanî bikim
Derdê dilê Memê cegerkul
Zîna ku azar bikişîne ji kûrana dil
Wê perdeya poşîkirî ya bi exlaqê xwe nûr
wî bêgunehê ji îftîra û derewan dûr
meşhûr bikim ez, bi terz û awayên tewira-tewir
da ku bên naskirin evîndar û evandîyên dilbir
bi awayekî wisa wan serfiraz bikim ez, û serbilind
da ku bên temaşeyê dilbirên awirxweş ên rind
dilbir li Memê bikin girînê
evîndar jî bikenin bi derdê Zînê
kêfxweş û dilşa bibin bi wan, kesên hevderd
xemgîn bibin û bikevin ”helwela”yê, kesên bêderd
*
Kesên bi sîng û dilên xwe paqij û saf
kesên xwîpak, mirovên xwedîînsaf
da ku hemî qenc bibînin, jibo min bêjin ”aferîn”
û bêjin ku ”bi qencî hatîye berhevkirin û nivîsîn”
Kesên ji celeba ”evandîyên Xwedê”, ku hatine guhartin
herçîyên ku ji berê ve bûne ”Xwedêevîn”, hatine bijartin
da bên û li vê çîrokê bikin guhdarî
demek xweş pê mijûl bikin, ji bîr bikin tiştên dî
hinek guhdarî bikin ji gîyan û dil
hinek jî bi wê xatir bixwazin ji dil
Lê belê ez hêvî dikim ji kesên zana û gîhîştî
ku şaşîyan negirin li şagirdên nûgîhîştî
Ev pirtûk eger xirab e, eger qenc û dilkêş
kişndine min bi wê ra du sed azar û êş
Zarûkekî nûgîhîştî ye ev, fêkîyeka ter û teze ye
welew ku ne pir berçav e û ne pir bijare ye
Lê ez qet mefadar (îstîfade dike) nebûm ji çu rezan
heta ku li şaşîyên min bigerin, wek dizan
Ev fîdana baxçeyê dilê min e, ji wir resîyaye
Masûm e, xwîpak e, zarûkê malê ye, li wir gîhaye
Nûbar (fêkîya nûderketî) e ew eger şîrîn e û eger tal
di xwîyê zarûkan da ye, minal e minal
Hêvîya min heye ji kesên fama, ji ehlê halan
ew xirab nekin van zarûkan, zişt(nerind) nîşan nedin van minalan
Ev fêkî welew ku ne gîhîştî û avdar e
Kurdî ye, ev qas bes e û li kar e
Ev zarûk welew ku ne nazenîn e
nûbar e, bi min gelek şîrîn e
Ev fêkî, welew ku ne pir tamxweş e
ev zarûk bi min pir ezîz û cirxweş e
Xweşdivî û evandî ye ew, çi guhar û çi cil
milkên min in, ne emanet in li ser mil
Hemî peyvik û mane, hemî peyv û gotin
çi sazkirin û lêkanîna peyvan in, çi jî îşaret in
Hemî çîrok, hemî mexsed û hemî babet
pesindan, tiştên bîrbirinê û yên ku tên gotin bi îşaret
Awayê nivîsînê, mane, peyvik û salixdan
min qet deyn nekir yek jî ji wan
Ew hemî dûwayîk û berên fikr û dîtinên me ne
hemî keçên xama û nûbûk in, hemî bakîre ne
Xwedê, mede destê kesên avarê û rênebîn
vê rinda xweşik û bedew, nazdar û dilrevîn
*
Hêvî ew e ji kesên zana û serwext û şareza
ku ew negirin li min çu şaşî û xeta
Xirab û zişt nîşan nedin, lê wek kesên xîretkar
rast bikin şaşîyên min ew, car bi car
Kesên gîhîştî perde davêjin ser şaşîyan, dibin perdepoş
Kesên xerezkar in ku şaşîyan eşkera dikin, bi gazî û coş
Hêvîya min ew e ji ehlê razan
ku ew dê nekin bi min henek û tinazan
Ez ne cewherfiroş im, lê ez çerçî me
Nehatime hînkirin û gîhandin ez, xwegîhandî me
Ez kurd im, çîyayî me û kenarî
van çend peyvên min ên Kurdewarî
Îmza bikin ji kerema xwe, bi qencîkarî
û bi guhê însafê li wan bikin guhdarî
Kesên xerezkar jî ku guhdarî bikin û binêrin
eger qusûrên min hebin, bila li min veşêrin
Bila ava rûyê hozên nerêjin
Eger mimkun e, bila ew yeka qenc bêjin
Bila li şaşî û xeletîyên min nemînin ecêbmayî û şaş
Bila jibo xatir li ser wan biaxifin, bidin wan maneyên baş (1)