Mercê Kurdistan û Avakirina "Kongra Netewî"!

Şeyhmus Ozzengîn

Kurdistan; ne tenê welatekî ku di navbera çar dewletan de hatîye parvekirin û bûye kolonîyek navnetewî û navdewletî! Wek mejî jî hatîye perçekirin û  di warê netewî de jî, ji hev dûr ketîye. Hest û helwesta netewî, doz û daxwazên netewî, bûne qurbana daxwaz û berjewendîyên hizbî, partîzanî. Bi destê siyasetê, beş, bûne dijminên beşan û hest li ser dijminatîya beşê din hatîye avakirin. Ev jî, nexweşîyên mezin derxistine pêşberî siyaseta netewî a navendî. Her partîya ku ji beşekî, dest avêtibe beşê din; ew beş ji bona xwe, ji bona beşê ku lê xurt bûye, bikar anîye û kirîye qurbana îdeolojîya xwe. Li ser navê "Kurdistanek hevgirtî" dest dirêjî beşê din kirîye û bi salan enerjîya wî beşî, ji berjewendîyên tevgera xwe re xerc kirîye.

Em yekem li ser Rojavayê Kurdistan bisekinin: Bi salan vî beşê Kurdistan xizmet ji serhildan a Başûrê Kurdistan re kir. Rojavayê Kurdistan wek rolekî lojîstîkî lîst û hemû hêzên siyasî ku ji rojavayê Kurdistan derketin jî, bûn dûmayîkên siyasetên ku li Başûrê Kurdistan şoreş dimeşandin.

Piştî demekê PKK derket holê li bakurê Kurdistan. Şerê çekdarî destpê kir û xurt bû. Rojavayê Kurdistan ji şerrê çekdarî yê Bakurê Kurdistan re jî bû bingeha kar û barên lojîstîkî. Piştî demekê jî bi PKK ve hat girêdan û ket bin bandora siyaseta PKK. PKK enerjî ya Rojavayê Kurdistan xist xizmeta xwe. Di bin bandora xwe de PYD ava kir û bi xwe ve girê da.

Bi derketina şerê navxwe yê li Sûriyê ve, yên ku li vî beşê Kurdistan siyaseta PKK û îdeolojîya wê redkirin; terorîze bûn, hatin girtin û ketin bin tometan. Hinek ji wan jî hatin kujtin. Tenê du rê li ber wan mabûn; ya wê teslîmî serdestîya PKK bibûna û wê dev ji siyasetek cûda berdana, yan jî wê beşê xwe terk bikirana. Beşekî mezin ji wan beşê xwe terk kirin. Em dikarin bêjin ku nîvê hejmera rojavayê Kurdistan, ev beş terk kir û çû başûr û bakurê Kurdistan. Hejmarek jî derket Libnan û Ewrûpa. Hemû hêzên ji dervê PYD, ji ber bandora serdestîya PYD derketin dervê Rojavayê Kurdistan. Piranîyên wan li Başûrê Krudistan bicîh bûn. Li vir hêzek çekdar ava kirin. Ev hêz li Başûrê Kurdisan, li henber DAİŞ, di nav hêzên Ewlekarîya Kurdistan de cîh girtin û li henber DAİŞ şer kirin..Lê ji ber astengên ku PYD derdixist, niarîbûn li beşe xwe jî li henber êrîşên DAİŞ gele xwe biparêzin!

Siyasetek hevpar di nav xwe de ava nekirin û di bin serokatîya ênîyek netewî de bingeha siyaseta netewî çênekirin û hêzek ewlekarîyê  a hevbeş ava nekirin. Siyaset û daxwazên Rojavayê Kurdistan, ji bona siyaseta PKK a herêmî ket bingehek xerab û bû sebebê ku perçe perçe derkeve pêşberî têkilî û temsîlîya raya giştî. Ev jî hin di warê bidestxistinan de û hin jî di warê temsîlê de destê siyaseta rojavayê Kurdistan zeîf kir.

Bû sebebê ku Rojavayê Kurdistan bibe dijminê başûrê Kurdistan. Girsa Kurd ku li Rojavayê Kurdistan di bin bandora PKK û PYD de ye, bû dijminê başûrê Kurditan û di her fersendê de dijîtîya berjewendîyên Bajûrê Kurdistan dike.

Eynî tişt li Rojhilatê Kurdistan jî çêbû. PKK tevgerek bi xwe ve girêdayî, li Rojhilatê Kurdistan jî damezirand bi navê PEJAK û derxist pêşberî hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistan. Demekê bandora xwe jî li ser vî beşî meşand. Hin bi Îran re ket têkiliyê û hin bi saya PEJAK jî ev beş li gor daxwazên Îran kontrol kir. Piştî ku PEJAK bû bihêz, Îran belavkirina vê hêzê ji PKK xwest û PKK jî daxwaza Îran anî cîh!

PDK-İ, Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-İran û Partiya Komeleya Şoreşger, li Başûrê Kurdistan bicîh bibûn. Bi êrîşên DAİŞ yên ser Kurdistan re, van hêzên Rojhilatê Kurdistan jî hêzên xwe kişandin alîkarîya parastina Başûrê Kurdistan. Demek dirêj di ênîya şerde, li henber DAİŞ şer kirin. Piştî ku tehlûka DAİŞ nema, hêzên xwe kişandin ber sînorên Rojhilatê Kurdistan û xwestin ku di nava girsê de kar û barên xwe yên siyasî û çekdarî bimeşînin. PKK di virde asteng ji wan re derxist û çend êrîşên çekdarî bir ser Hêzên Rojhilatê Kurdistan. Kujtin û birîndar çêbûn. Lê pêşmergên rojhilatê Kurdistan bipaş de gav neavêtin û gotin: "ev der welatê meye, ji bona ku em xizmetê ji netewa xwe û welatê xwe re bikin tu kes û tu hêz nikarin me ji vê daxwaza me bidûr bixîne. Ji bona ku em li gor berjewendîyên netewa xwe tevbigerin, em îcazetê ji tu kesan nagirin"! û bersîva PKK dan. Li herêmê bicîh bûn û erkên xwe tînin cîh..

Piştî ku di navbera hêzên kolonyalîstên Îran û Pêşmergên Rojhilatê Kurdistan de li çend cîhan şer derket. Îran, Başûrê Kurdistan tehdît kir û hinek herêm jî dan ber topbaranê. Ji Başûrê Kurdistan YNK û Goran li henber helwesta bidestpêkirina şerê çekdarî li Rodjhilatê Kurdistan, nerazîbûna xwe nîşan dan û çapemenîya xwe ji wan re kerr û lal kirin. Hukûmetê di vê demê de Him Îran û hin jî Tirkîye ji bona bombekirina axa Başûrê Kurdistan şermezar kir.

Li bakûrê Kurdistan; ji dervê PKK, têkiliyên hêz û partîyên ku hene bi Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistan re başin..Lê PKK bingeha xwe û hêza xwe li ser dijminayîya Başûrê Kurditan av dike. Di her fersendê de dijminayî ya Başûrê Kurdistan û bi gelemperî jî a hukûmeta Herêmê, PDK û Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî dike. Di çapemenîya xwe de roj tuneye ku vê helwesta xwe diyar nake. Ev helwest a PKK li ser PYD jî bandorek mezin çêkiriye. Beşek kirîye dijminê beşê din!

Li ser vê bingehê wê çawa siyasetek netewî û hevpar derkeve holê ku "Kongra Netewî" bêt damezirandin?

Bi raya min: îro li Kurdistan sê çizgîyên xwedî bibandor derketine holê.

1-PDK, 2-YNK-Goran, 3-PKK-YPD

Ev hersê hêz jî, berjewendîyên hizbî, partîzanî derdixin pêşberî berjewendîyên Kurd û Kurdistan û dînamîkên Kurdistan ji bona xurtbûn û serdestîya çizgîya xwe bikar tînin. Her hêz dixwaze ku hertiştî têxe bin bandora xwe û bingeha jiyanê jî ji yên din re nehêle. Hinek ferqên piçûk di navbera wan de hebin jî ev helwest zirarê dide berjewendîyên kurd û Kurdistan.

Divê her beşê Kurdistan di nav şert û mercên xwe de siyaseta xwe bimeşîne, bê ku beşê din li ser bandorê çêke, an jî têxe bin bandora siyaset û daxwazên xwe. Heger şertên alîkarî û piştgirîyê hebe bi hev re bikin, lê ku tunebe jî ji hev re nebin asteng û beşek nebe qurbana beşê din. 

Siyaseta partîzanî, berjewendîyên tevgerî xistîye pêşîya berjewendîyên Kurd û Kurdistan. Di van şertan de, Tu mercên ku ji herçar beşên Kurdistan "Kongra netewî" derkeve holê tuneye. Wê her hêz ji serî de ji bona ku Kongrê bike sazîyek ji a partîya xwe, wê tevbigere. Damezirandina "Parlamento û KNK" wek mînak li ber me ne. Ev herdû sazî jî li dervê welat hatine avakirin û bûne sazîyên PKK û bêîtîbar bûne û fetisîn e.

Îro YNK û Goran ji ber ku Mesut Barzanî daxwaza referandûm û serxwebûnê dike, cenabê wî ne wek Serokê Herêma Kurdistan, wî wek serokê PDK dibinin û dibêjin "em nahêlin bi deste Barzani û PDK dewlet avabibe û bibe rûmeta wan"(!) 

Ji van wê çawa "Kongra Netewî" bêt avkirin?

Ji dêlva ku em di nava vê gengeşîya partîzanî de bifetisînin û pêşiyê li hev bigirin; divê em pêşîya hevûdû wekirî bihêlin ku, her kes ruştê xwe îspat bike. Her beşê ku xwe gîhand asta statûyek netewî, em dikarin di navbera van beşên xwedî satatû de bingeha "Kongra Netewî" ava bikin. Dema ku her beşê xwedî statû, di nav xwe de bingehek hevpar avakir û daxwaza avakirina hêza navendî hat, wê demê daxwaza "Kongra Netewî" dikeve rojeva Kurd û Kurdistan. Ev kongre wê ne ji hêzên partîyan, divê ji qadroyên herêmên xwedî statû (dewlet, federasyon, otnom) bên damezirandin. Stratejîyek netewî, ne ji van partîyan, ji van statûyan dikare derkeve holê. Yekîtîya perçan, li ser van esasên ku di navbera van perçên xwedî statû de, wek daxwazek netewî derket holê, wê ava bibe.

05.07.2016