"Carekê camêrek, di germa havînê de di bin siya dareke gûzê de rawestiya ye.
Dema ku ew xwe li bin dara gûzê dirêjdike , li raserî xwe dinêre ku, vaye hinek kundirên mezin li ser çiqilkên xwe yên tenik gelekî mezin bûne. Ew bala xwe dide dara guzê ya gelekî qalinde û dibîne hinek gûzên pirbiçûk bi çiqilkên wê ve hene , ew ji xwe ra dibêje:
Ya Xwedayê min!
Li ser çiqilkên şitla gelekî tenik, kundirên pir mezin bi ber ezmanan ve bilind dibin û bi çiqilkên dara gûzê yên qalind ve jî gûzên pir piçûk hene! Wê ne baştirbûna ku, ev kundirên mezin bi dara gûzê û gûzên piçûk jî li ser şitla gundire zirav mezin bibûna?
Hîna xebardana mêrik tamam nabe, gûzek ji şaxê xwe dikeve xwarê û li serê mêrik dikeve.
Serê mêrik êşiya ye , ew î serê xwe hejandiye û gotiye:
Ya Xwedê , ez tobe dikim, ez ê careke din ji karê we xeber nedim. Te çi afirandiye, di her tiştî de jî aqil heye.
Gava ku kundirê mezin di dewsa gûzê de ji çiqilkê xwe bihata xwarê û li serê min biketa, kî dizane wê serê min çiqasî bişkestina..“