Merîwan Qerenî: Heta naha beşa Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de wek sedî 14 hatiye bicîh kirin

.

Endamê Parlamentoya Iraqê behsa karên lijneya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê dike û dibêje: ‘’Qonaxeke baş pêşdeçûn heye û karên xwe berdewam dikin.’’

Endamê Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha gotûbêjên lijneya danûstankar a Herêma Kurdistanê Ii bexdayê berdewame û qonaxeke baş jî pêşde çûye û karîne bigehin wê yekê ku beşa Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de wekî sedî 14 bicîh bikin, lê hewldanên zêdetir jî didin.’’

Herwaha ragehand: ‘’Pêşbînî dikim ku budce, piştî bêhnvedana parlamentoyê dê budce bê bo parlamentoyê ango hîn li wezareta darayî ya Iraqê ye.

Merîwan Qerenî diyar kir: ‘’Rêkeftin wisa ye diyar kirina beşa budceya her navçeyekî li gor rêjeya rûniştvanên wê navçeyê be, ji bo wê jî Wezareta Plandanan a Herêma Kurdistanê raporta xwe pêşkeş dike û li ser wê raportê jî beşa Herêma Kurdistanê ya di budceyê de dê bicîh bibe, naha jî danûstan li ser vê mijarê berdewam dike.’’

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn