Meriyê bê welat, teyrê bê per û bê bask e!.. -wêje-çîrok- helbest û helbestvan

Abuzer Balî Han

  Abuzer Bali Han

Gotin bi xwe re gotinê zêdetir dike! Ji Xoceyê Maruf pirsîne û gotine:”Mamoste! Navenda dinê kî der e? Xoce hinek fikiriye û paşê paniya lîngê xwe li erdê xistiye û gotiye:”Aha vira ye!” Yên pirsa xwe kirin li çavên hevûdû meyze kirine! Bêdengiya heyî Xocê Maruf wûsa berdewam kirye:”Ma hun ji gotına min bawer nekine xerê,  bipîvin û paşê bêne  cem min”!..

Di zimanê me yê Kurdî de jî gelek mijarên wûsa hene ku herkes dikane bêje gotin û nivîsa min rast e! Lê li dinê di zanîngehan de beşê “linguistik-zimannasî” hene. Zimanzan li ser rewşa zimanan dixebitin. Di zanîngehên cihanê de di beşê Kurdolojiyan de di sedsalan vir de karên girîng yên zanistî li ser zimanê Kurdî pêk hatine!.. Em pir Kurd ji van karan pê ne agahdar in!..

Dagirkeran çawa erda Kurdan dabeş kirine û wûsa jî zimanê Kurdî ji hevûdû dûrxistine!  Zimanê Kurdî de gelek zarava û devokên haremî ji sedsalan vir de pêk hatine…

Gotinên Erebî ji aliyê dînê îslamî de ketine nav zimanê Kurdî. Gotinên wejeyî (edebî) jî piraniya xwe ji aliyê Farisî, Tirkî, Latînî û zimanên Ewrûpayiyan jî gelek bêje (peyv) ketine nav zimanê Kurdî!..

Min dixwest ku di vê gotarê de li ser helbestvanên Kurd rawestim. Gelo ma li ciyê gotina helbest “Şî’îr” an jî li ciyê gotina helbestvan “gotina Erebî şa’îr) mirov ji vana kîjanê dikane bi kar bîne?!. Kombûna helbestan ya bi navê “Dîwan” bi Kurdiya xwe “Berevok” an jî Latiniya wê “Antolojî” bi kar anînê de çi ferx çê dibe? An jî çi asteng di gotin û nivîsandina Kurdî de peyda dibin?!.

Dema borî ya Osmaniyan de wûsa dihatiyê gotin:”Nixteyek çav kor dike!” Gelo çava nixteyek çav kor dike? Dema mirov bi tîpên (herfên) Aramî binivisîne nixteya li ser tîpa “z” mirov bîrbike, wê deme tîpa “z” dibe tîpa “r”! “Göz” jî dibe “Kor”!.. Ji bo vê jî hatiyê gotin ku: ”Nixteyek çav kor dike!..”

Kurdî di nav zimanên cîhanê de yê herî kevntirîn û ji wana jî di nav yên herî dewlemend de ciyê xwe digire. Ez pêwist dibînim ku li ciyê gotinên bêyanî (yad) dema mirov binivisîn û biaxive, gotinên bingeha wan Kurdî ye, mirov wana bi kar bîne baştir û çaktir dibe!.. Serastkirina zimanekî yekgirtû mirov bi sedsalan jî dikane li ser vê mijarê kare xwe her berdewam bike!..

Di demên borî de lêkolînek navnetewî li ser  zimanên herî dewlemend yên li cîhanê hatî bû çêkirin! Vê lêkolînê bala min jî pir kişandî bû ser xwe! Di vê lêkolînê de zimanê Îngîlîzî zimanê herî dewlemend ku bi 6 milyon 96 hezar û 983 bêjeyan (kelîme) pêkhatî bûyî bû zimanê cîhanê yekemin ku yê herî dewlemend e. Di rêza duwemîn de zimanê li Girava Madagaskar têye axaftin bi 5 milyon 824 hezar û 781 bêjeyan zimanê Madagaskarî cîh girtî bû. Di rêza sêyemîn de jî bi 3 milyon 543 hezar 158 bêjeyan zimanê Fransizî hebû. Di rêza nehemîn de jî bi 730 hezar 686 bêjeyan zimanê Kurdî cîyê xwe girtî bû. Ew jî bila yên zimanê Kurdî înkar dikin re bibe mînakek balkêş!..

Xwendeyên xoşewîst û hêja!.. Dema mirov birçî bibe, hewcedariya miravon bes bi nan û xwarinê heye!..  Wêje, xwendin û pîşe ji bo mirovên bêkar, birçî û belangaz bê wate dimîne. Ji bo vê ye ku xwendin û nivîsandin di nav Kurdan de ewqas hemdemî nîn e! Yên qet xwendin û nivîsandina wan tûne be, mirov nikarê ji wana agahiyên ronakbîrî (rewşenbîrî, entektuelî) bipirs û jê hêvî bike!..

Ew gotarên ku rewşenbîrên Kurd di kovar û rojnameyan de dinivisînin, piraniya wana hin caran bala mirov nakişînin û bê xwende dimînin! Lê emê berxwe bidin ku çawa em û gele meyî bindest azad be?!.  Çawa Kurd û Kurdistan yê bi hevra hemdemî bibin?  Wek welatên Ewrûpayê, Kurd yê çawa bijîn û jiyana xwe berdewam bikin?!.

Xewna jar û bêkesan, ez wûsa bawer dikim ku heya cîhan hebet, ewê her berdewam bike! Xizaniya herî mezin jî bê welatî ye! Mirovên bê welat re Rûsipîyan bê wate negotine ku:”Meriyê bê welat, teyrê bê per û bê bask e!”…

Gulan/2024