Merkel beriya hevdîtina Erdogan rexneyên tûj li Tirkiyê girt

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand, ku li Tirkiyê mafê mirovan ne di wê asta tê hêvîkirin de ye.

Angela Merkel beriya hevdîtina li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku di warê aborî de ew dixwazin li gel Tirkiyê kar bikin lê di hevdîtinê de ew dê mijara mafê mirovan jî bînin rojevê.

 

Merkel da xuyakirin, ku mijara girtina hemwelatiyên Almanyayê dê rojeveke din a hevdîtinê be û got: “Li Tirkiyê mafê mirovan ne di wê astê de ye, ku em dixwazin bibînin.”

 

Serokwezîra Almanyayê herwiha da zanîn, ku ew dê rasterast alîkariya aborî jî nedin Tirkiyê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin