Merkel bo penaberekî Kurd: Divê Kurd bi azadî bijîn

Dirxam Fermano 25 sal in li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dijî û ev çend sal in, her hefte bi tenê çalakiyekê encam dide.

 

Dirxam Fermano, kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye û niştecihê Almanyayê ye, ji ber çalakiya ya berdewam, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel peywendiyeke telefonî li gel wî encam da û jê re got, “divê Kurd weke hemû gelên cîhanê bi azadî û di aştiyê de bijîn.”

Dirxam Fermano 25 sal in li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dijî û ev çend sal in, her hefte bi tenê çalakiyekê encam dide.

Ew her hefte diçe pêşiya balyozxane, konsolxane û navendên dîplomasî li Almanyayê bi mebesta ku bale bikişîne ser rewşa Kurdan.

Wê çalakiya wê bala Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel kişand û Merkel peywendiyeke telefonî li gel wî hemwelatiyê Kurd pêk anî.

Di wê pêwendiya telefonî de Dirxam ji Angela Merkel re behsa rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, bi taybet, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û jê re dibêje li wan navçeyên dagîrkirî zilmeke mezin li Kurdan tê kirin.

Dirxam Fermano ji Rûdawê re ragihand, ku Angela Merkel di wê peywendiya telefonî de ji wî re tekez kir, ku ew li dijî wê zulmê û rijandina xwînê ye.

Fermana dibêje Merkel ji wî re ragihand, ew li gel Kurdan e, li gel mafê Kurdan e, divê Kurd weke hemû gelên cîhanê bi azadî û di aştiyê de bijîn

Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne