Serokwezîra Almanyayê piştî 5 salan cara pêşî bo serdaneke fermî çû Atînaya Peytaxta Yewnanîstanê û digel Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksis Çiprasî re civîna çapemeniyê li dar xist.
Merkelê got: "Herçiqas îmzekirina rêkeftinê bi serkeftî be jî, bi dilê me nehate cîbicîkirin û di vegerandina koçberan de em pirsgirêkan dijîn. Aniha em hewl didin digel Yewnanîstanê van babaetan çareser bikin.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Çipras jî got ev sê sal e nîqaş ev e ku gelo welat bi tena serê xwe pirsgirêka koçberan çareser bikin an digel Yekîtiya Ewropayê bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Em di vî warî de digel Merkelê ne û em bo Yekîtiya Ewropayê rêvebiriyeke hevbeş a penaberiyê dixwazin.