Serokwezîra Alman Angela Merkel li konferansa xwe ya salane li Berlînê peyivî. Derbarê rojeva Rojhilata Naverast de, Merkel got ku wan ew mijar bi serokê fransî Emmanuel Macron re gotûbêj kirine û got, "Hemû welatên Yekîtîya Ewropî mecbûr in ku piştgirîyê bidin Yewnanîstanê."
Çalakîyên lêgerîna gaza sirûştî ya Rojhilata Naverast li Behra Sipî, Italya, Fransa, Qibris û Yewnanîstanê li herêmê tetbîqata leşkerî ya hevpar meşandin. Di heman demê de keştîya Oruc Reis a Tirkîyê ragihandibû, Navtexa nû li wê deverê heya 1ê Îlonê berdewam bike, dê lêkolînên sizmîkî bike.