Barzanî, Pêşmerge û Serxwebûn...
Mesele bi tenê ev e û ez di nav vê meselê de me.
Ez serxwebûnxwez im, Pêşmergeparêz im, heta roja dawî, heta ku doza serxwebûnê bimeşîne û ji miletê xwe re vê armanca pîroz diyarî bike, ez Barzanîperist im...
Yanê ez Kurdistanperist im...
Rewşenbîrekî ji Başûr ji min re dinivîse û dibêje;
"Mamoste, ez dizanim tu dilsoz î, lê ev nivîsên te yên di derbarê serxwebûnê de, li gel rewşenbîrên me wek pesnê Barzaniyan dihête hesibandin."
Min jî pirsî: "Em rewşenbîran bi alîkî ve berdin, ez ji te pirsiyar dikim: Ji gundiyek bigre heta serokdewletek, gelo parastina ramana serxwebûnê hêjayî pesnê ye, yan na?"
"Belê hêja ye." dibêje.
Ez pirs dikim: "Baş e, eger karker yan jî mamosteyek jî ramana serxwebûnê biparêze, em divê li gel wan bin yan na?"
"Wisa ye!" dibêje.
"Lê li gel vê pesnê, ew karker, ew karmend yan jî mamoste eger karê xwe rind pêk neîne, li gel wê pesnê dîsa mafê me heye ku em rexne jî lê bigrin, ma ne we ye?"
"Balê wisa ye, tu mafdar î" dibêje.
"Wek wan serokê Kurdistan Mesûd Barzanî jî kesayetiyek xwe heye, erk û berpirsiyariyên xwe hene û em di mafdariya wî de li gel in, di xeletiyên wî de jî rexne bikin, ma ne we ye?"
"Belê wisa ye!" dibêje.
Ez jî dibêjim; "Erka karkerekî ew e ku bi kedeke rind berheman biafirîne, mamoste zanyariya xwe rind bide zarokan, esker bi sîleha xwe welatê xwe biparêze, serokdewlet jî miletê xwe di asta herî bilind de temsîl bike, wisa ye yan na?"
"Belê wisa ye mamostecan" dibêje.
"Îjar em bifikirin, ji asta serxwebûnê mezintir û bilindtir astekê heye ji bo temsîlkirina miletê xwe? Na. Nexwe kek Mesûd wek serokê welatê xwe di asta herî bilind de dixweze miletê xwe temsîl bike. Ev jî serxwebûn e. Û eger ew îro dev ji daxweza serxwebûnê berde, jiber ku ji bilî wî piranî serok wek sûnd û qesem peyva serxwebûnê bilêv nakin û di ser de jî dij derdikevin, wê demê rewşa miletê Kurd û welatê Kurdistan dê bikeve nav xeteriyeke pir mezin, yanê kesek ku serxwebûnê bixweze nemîne, ma ne wisa ye?"
"We ye dibêje!"
"Niha ez ji te pirsiyar bikim, hezar xeletî û kêmasiyên wî hebe jî (ku wisa nîn e) bi tenê wek sembola xîret û heysiyeta miletê xwe, bi tenê parastina ramana serxwebûnê û tekoşîna di wê armancê de, bi tenê sere xwe jî me mecbûr nake ku em li gel wî bin?"
"Wisa ye mamoste lê..." dibêje.
"Lê di alîyekî de bihêle, niha em rêya xwe berdewam bikin. Em ji îhtîmala negatîv dest pê bikin. Em bêjin ku ez ji bo daxwez û berjewendiya xwe ya kesayetî dixwezim Kurdistan serbixwe bibe û jiber vê jî li gel serokê Kurdistan cîhê xwe diyar dikim; baş e, ev yek bixwe jî, tiştekî xirab e yan baş e? Yanê berjewendiya min li gel serxwebûnê ba baştir bû, yan di nokervaniya dagirkeran de bibûya baştir bû?"
"Rast e mamoste, ya yekem baştir e," dibêje.
"Eger ez bes jiber dilsoziya xwe serxwebûnê biparêzim jixwe ev yek mîna helwesteke pêxemberan e, wisa ye yan ne wisa ye?"
"Wisa ye " dibêje hevalê min.
"Niha ez pirsiyar bikim, di derfeta însanan de eger şansê kesayetiyeke dilsozî yan jî berjewendiya bi rûmet hebe, kî dikare rêya berjewendiya bêrûmetî, yanê berjewendiya li gel nokervaniya dagirkeran de bixweze?"
"Cehşan wisa dikin?" dibêje.
"Yanê tu niha ji min re dibêjî, ku li cem me, rewşenbîrên bi navûdeng min rexne dikin ku ez çima cehşayetî nakim, ma ne?"
"Welle mamoste a niha wisa bû!" dibêje. Û îqna dibê.
Paşê jî ji min re wisa dibêje:
"Mamoste tu pir xweş dibêjî, bi rastî di her gotineke te de Kurdperweriyeke dilsoz û dilovanî heye. Lê tu çima xwe nagîhînî serokatiya herêmî ku bila ew bizanin tu çi difikirî û çi dixwezî? Eger ew bizanin tu ew qas bi mantiqî û hestiyarî serxwebûnê diparêzî û li dij hêrişan wan diparêzî, ew dê gelek îmkan bo te vekin." dibêje min.
Û dema bersiva min ya dawî tê. Ev bersiv ji bavê min yê fêylesofê Kurd Eliyê Zozan mîras maye:
"Dewlet bi du layan dihête avakirin, layek dilsozan e û hewce nake ku tu zikê wan têr bikî, ew jixwe li cem te ne. Tu karektera nêzikî xiyanetkariyê têr bike ku dewlet ava bibe."
Hevalê min peyveke ku bêje nabîne...
Ez dibêjim.
Mesele ev e.
Bijî Serxwebûn, ew qas. Bi tenê serxwebûn...
Mesele ev e kakacan...