Mesrûr Barzanî bang kir ku êrîşa li ser cotkarên Kurdên Kerkûkê demildest were rawestandin

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Erebên hawirdeyên ser cotkarên Kurd li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ragihand, ew rûdana cihê “nîgeraniyeke mezin” e û daxwaz kir ku êrîşa li ser cotkarên Kurd demildest were rawestandin.

Êvara îro Çarşemê 07ê Berfanbara 2022an, li gundên Dara û Mensûr ên Heftexar a Kerkûkê, di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de şer derket. Cotkarekî Kurd ji Rûdawê re ragihand, di wî şerî de 100 kesan êrîşî wan kirine û 2 cotkarên Kurd birîndar bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li Serokomar, Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlamentoya Federal a Iraqê kir û got, “Bilez êrîş û binpêkirinên li ser cotkarên Kurd ên Daqûqê û navçeyên din ên Kerkûkê werine rawestandin ku bi awayekî neqanûnî hewl didin Kurdan derbixin û dest daynine ser erd û zeviyên wan.”

Yek ji wan cotkarên Kurd Ebdulqadir ku di wî şerî de birîndar bibû ji Rûdawê re ragihand ku ev du sê roj in Erebên hawirde çandiniyê dikin û rê li ber wan digirin û got, “Îro em bi xwe çûn ji bo rê li ber wan bigirin ku li zeviyê min çandinî dikirin. Seneda min a 1972an heye û girêbesta min a serdema Ebadî heye.”

Cotkarê Kurd behsa wê jî kir ku ew zevî ji bav û kalên wan mîras maye û li ser şerê îro jî anî ziman, “Em çûn û me dît ku çar traktor cot dikin. Artêşê got em nahêlin cot bikin lê ne rast in, artêş pişta wan digire. Em çûn ser wan û ew reviyan lê paşê bi 100 kesên bi çek û dar û keviran hatin. Teqe li min kirin, tiştek bi serê min ket lê nizanim gule bû yan kevir.”

Li gorî wî cotkarî, di wî şerî de 2 cotkarên Kurd birîndar bûne ku yek ji wan di nexweşxaneyê de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de, reftarên hawirdeyan li dijî prensîbên pêkvejiyana aştiyane û madeya 140 ya Destûra Iraqê bi nav kir û daxwaz ji dezgehên pêwendîdar ên hikûmeta federal a Iraqê kir ku sînorekê ji bo destdirêjiyan daynin.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn