Mesrûr Barzanî beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê DAVOSê dibe

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê dibe ku îro 16ê Çile li bajaroka Swîsre Davosê dest pê dike.

Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê îsal bi sernavê “Hevkarî di Cîhaneke Perçebûyî de” tê lidarxistin û 2500 serok, berpirs, çalakvan û bazirgan ji welatên cîhanê beşdariya wê dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdyoyek belav kir û got: “Kurdistan li Davosê ye”

Wê di forûma Davosê de, krîza xurek û enerjiyê, enflasyon û sistiya geşbûna aborî, pîşesazî û rola sektora taybet, pirsgirêkên civakî û metirsiyên jeopolîtîk bên gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye