Îro, Şemiyê 31.3.2018 li bajarê Hewlêrê û li mizgefa Celîl Xeyat roja siyemîn a taziya serokê berê yê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Riza bi rêve çû, her yek ji serokê borda damezrênerên dezgeha xêrxwaziyên Barzanî Mesrûr Barzanî û endamê borda damezrênerên dezgehê Sîdad Barzanî weke wefadariyekê beşdarî di taziyê de kirin.
Di roja siyemîn de çendîn kesayetiyên civakî û siyasî li piraniya navçe û bajarên din yê herêma Kurdisanê bo derbirîna hevxemiya xwe û sersaxiyê ji malbata Ezîz Şêx Riza kirin.
Ezîz Şêx Riza di sala 1939 li bajarê Ranya ji dayîkbûye, di sala 1959 bo armanca xwendiê çûbû Brag Çîkislovakya berê, herwiha sala 1966 pêwendî bi şoreşa Îlonê kir, piştî wê di sala 1967 bû berpirsê teknîkî yê dezgeha dengê Kurdistana Iraqê û yek ji hilgirên mîdaliya Barzaniyê nemir bû û sala 2005 bû serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî û endamê desteya damezrêner û heyama 12 salan xizmeta mirovatiyê kir.
Di sala 2017 dest ji serokatiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî berda û şeva 20-21.3.2018 li welatê Siwêd bi sedema nexweşiyê koça dawî kir û di roja 28.3.2018 termê giheştie herêma Kurdistanê û bajarê Ranya bixakê hate spartin.