Mesrûr Barzanî bi fermî bû kandîdê serokatîya hikûmeta Kurdistanê

Kandîdê PDKê bo pêkanîna hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî bû kandîdê serokatiya hikûmetê.

Kandîdê PDKê bo pêkanîna hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî bû kandîdê serokatiya hikûmetê.

Qasekî beriya niha parlementoya Kurdistanê bi piraniya dengan (bi 87 dengan ji 97 dengan) kandîdê PDKê Mesrûr Barzanî wek kandîdê serokatiya hikûmeta Kurdistanê namzed kir.

Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, dê îro bi fermî navê Mesrûr Barzanî wek kandîdê serokatiya hikûmetê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bikin.

Tê pêşbînîkirin ku di heyama herî dereng du rojan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi fermandekî Mesrûr Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar bike. 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne