Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Silêmanîyê bi ciwanên xwedî kar re civiya, daxwaz û armancên wan guhdar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser Twitterê derbarê wan ciwanên xwedî kar de peyamek belav kir û da zanîn, peyama wî ji wan re ew e, bila her tim xewnên wan ên mezin hebin û kêfxweşiya xwe bi projeyên wan ên nû nîşan da û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do 23.5.2021ê serdana bajarê Silêmanî kir û li wir kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran danî.
Ew proje, yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo bazarkirina genimê cotkaran û dabînkirina asayişa xwarekê ye.
K24