Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Eniya Pêncem a rojavayê Kerkûkê kir û berî vekirina fitarê li gel hejmarek ji Pêşmergeyên qehreman û cotkaran got, deverên madeya 140, ne deverên cihê nakokî ne, belkû hatine dagîrkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Adarê bi cotkar, fermandar û Pêşmergeyên qehreman ên eniya Pêncem a rojavayê Kerkûkê re fitar vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî beriya fitarê got: “Me hemûyan dîmen dît ku çawa hêzan êrîşî cotkaran kirin. Ew dîmenek pir û pir xerab bû. Lê belê me dît ku Serok Barzanî bi lez û bez bersiv da û bi Bexdayê re axivî û amadehiya xwe jî nîşan da ku em amade ne mafên rewa yên gelê Kurdistanê bi taybetî mafên cotkaran biparêzin.
Herwiha got: “Em ê li ser vê soza xwe berdewam bin, em dest ji ti parçeyekê ji axa vî welatî bernadin. Lê mixabin her çend me gelek caran soz hatine dayîn û me li gel hikûmeta federal a Bexdayê jî li hev kiriye, her ji avakirina hikûmeta nû piştî nivîsandina destûrê di sala 2005 de, diviyabû ev pirs bihata çareserkirin, lê pêk nehat.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir, “Ez wisa dibînin ku wê demê, xeletiyeke mezin hat kirin ku ji van deveran re dibêjin herêmên cihê nakokiyê ne, ew herêmên dagîrkirî ne. Ev hemû herêmên Kurdistanê ne ku bi darê zorê ji destê gelê me hatine standin.”
Herwiha tekez kir: “Em bi serbilindî dixwazin her perçeyek ji xaka welatê xwe bi awayekî aştiyane vegerînin, em ji tundiyê, ji şer westiyane, yekrêzî û îradeya bihêz a gelê me dikare wiha bike ku ne tenê madeya 140 bicih bînin, lê belê hemû xalên destûrê wek ku hatiye gotin, bên bicihanîn.”
Kurdistan 24