Mesrûr Barzanî: Em ti demekî tewîzê ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê nadin

Îro serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya video konferansê ve li geş şanda danûstankar a li gel hikûmeta federal civîya.

Navenda Nûçeyan - Di vê civînê de cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî, balkêşa ser serdana heftîya borî ya şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê û encamên guftûgoyan li gel hikûmeta federal û pêşneyarên bo çareserîya pirsgirêkên hatine cemidandin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî dîyar kir, herêma Kurdistanê dê guftûgoyên xwe de berdewam be heta digehe rêkeftinekî ku maf û heqên destûrî yên herêma Kurdistanê parastî bin û ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê rijd e li ser mafên xwe rewa, ku di çarçoveya destûra Iraqê de hatine dîyar kirin û ti demekî jî em ji wan mafan tewiz nadin.’’

Heftîya borî şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û zincîreyek civînên giring li gel berpirsên payebilindên Iraqê û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêkanîn.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e