Mesrûr Barzanî: Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek li ser êrîşa hêzên Pêşmerge belav kir û da zanîn: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim û ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir de diyar kir: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim. Ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbatên pênc şehîdan dikim û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.”

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'