Bi armanca rêxistin kirina sîstema kom kirina bacê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hejmarek biryar derxistin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê nivîsek belav kir ku îmzaya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser e û amaje hatiye kirin ku bi armanca rêxistin kirina sîstema kom kirina bac û bi armanca pêkanîna dadperwerî û li berçav girtina berjewendiyên giştî li ser erkdar kirina wezareta darayî û aborî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ew biryar hatine derxistin.