Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê wek navenda pêkvejîyana netewî û olî bimîne

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahîyê belav kir.

Navenda Nûçeyan- Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahîyê belav kir.

Peyama Serokwezîr Barzanî waha ye:

Peyama pîrozbahîyê ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bo cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh

Bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh pîrozbahîyekî germ li mesîhîyên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdarim di hewayekî aram û rihet de cejna xwe derbas bikin.

Herêma Kurdistanê wek navenda pêkvejîyana netewî û olî dê bimîne. Em serbilindin ku herêma Kurdistanê bûye penagehek bo mêvandarîya sedan hezar koçber û penaber û nav wan de jî mesîhîyên Iraq û navçeyê hene. Hikûmeta herêma Kurdistanê ti tiştek texsîr nekirîye û dê berdewam jî be bo dabîn kirina aramî, piştrastî û alîkarî dayîn hemû alîyên ji ber zulm û zordarîyê hewara xwe tînin bo herêmê.

Em hêvîdarin şer û belaya li navçeyê û cîhanê bi giştî jî bi dawî be û aştî, aramî û avadanî pêkbê.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

24.12.2019.  

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e