Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser biryara Parlamentoya Îraqê got, "Em hêvîdar in ku ev dê bibe destpêkek ji bo çareserkirina pirsgirêkên din."
Parlamentoya Îraqê îro guherînên di yasayê de pejirand û rê li ber dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê vekir.
Mesrûr Barzanî ji li ser biryarê li Xê wiha got:
"Em spasiya hemû kesên ku di derbaskirina guherîna vê yasayê de alîkar bûne dikin.
Her wiha em spasiya tîma danûstandinên Hikûmeta Herêmê jî dikin ku ji bo danîna mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêka meaşan kar kir."
Parlamentoya Îraqê îşev guherîna yekem a yasaya budceya sê salî ya Îraqê pejirand û pê re paragrafa (C) ji benda yekem a madeya 12an a yasayê rakir û deqeke nû danî.
Ev guhertin li ser hilberîn, veguhestin û radestkirina petrola Herêma Kurdistanê ye ku tê de mesrefa hilberîn û veguhestina her bermîlekê heta ku şîrketeke şêwirmendiya navneteweyî nirxekê diyar bike bi 16 dolaran hatiye diyarkirin.
Her wiha divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrolê radestî SOMOyê bike.
Mesrûr Barzanî got, "Em hêvîdar in ku ev gava erênî ya guherîna yasaya budceyê bibe destpêka çareserkirina hemû pirsgirêkên din û pabendiya Hikûmeta Federal bi şandina meaş û pereyên Herêma Kurdistanê."
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî peyamek belav kir û ji bo pejirandina guherîna yasaya budceyê spasiya Parlamentoya Îraqê kir.
Sûdanî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê xwest ku bi lez biryara nû ya budceyê bi cih bînin.