Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” amje bi vegerandina termên 41 qurbaniyên komkujiya Êzidiyan bo gundê Koco kir û wê derbarê de ragihand, tekezî li piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên Êzidî dikin.
Herwiha ragihand, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.
Dawiyê de jî tekez kir, pêwîst e em hemû pêbend bin ku teroristên DAIŞê bêne cezakirin.