Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 12.04.2025) pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û pê re civiya.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî danûstandinên li ser dawî pêşhatên Îraq û deverê, her du aliyan tekez li ser giringiya pêşxistina hevahengiyê ji bo rûbirûbûna qebxwaziyan kir.
Herwesa her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li dû destûrî û dabînkirina mafên darayî û parastina berjewendiyên welatiyan kir.
Di derheqa rewşa giştî ya deverê de jî, her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Îraqê û çarekirina her arêşe û nakokiyekê bi rêyên aştiyane û danûstandinan hevnerîn bûn.
K24