Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Ji destpêka avakirina vê kabîneyê ve, wan li ser bidawîkirina sîstema du îdareyî, rakirina mîrateyên wê û cîbicîkirina biryarên hikûmetê li seranserê Herêma Kurdistanê li hev kiribûn, lê “li hinek cihan astengî li pêşiya hikûmetê hatin çêkirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 15ê Çileya 2023an derbarê rojeva Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku dema wan weke kabîneya nû dest bi kar kir, wan li ber Parlamentoya Kurdistanê û gel sond xwar ku ji bo berjewendiyên bilind ên gel û welat û bo parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê kar bikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, divê aliyên siyasî yên di hikûmetê de piştevaniya hikûmetê bikin û “ nabe di hikûmetê de bin û rola opozîsyonê bilîzin.”
Mesrûr Barzanî dibêje, “Divê wezîr û tîmên wezîran bernameya hikûmetê pêk bînin û pirsgirêk û aloziyên siyasî neguhêzin nava hikûmetê. Divê pirsgirêkên siyasî li derveyê hikûmetê bên çareserkirin, ne ku karê hikûmetê asteng bikin.”
Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku, nabe ti biryarên partî û takekesî li ti cihekî Herêma Kurdistanê rêgiriyê li cîbicîkirina bernameya karê hikûmetê bike û destnîşan kir: “Em bi hemû Herêma Kurdistanê re wek hev tevdigerin û xwe li hember hemû welatiyên wê li hemû parêzgeh û navçeyên di bin rêveberiya serbixwe de berpirsyar dibînin. Lê mixabin astengî li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine derxistin û vê yekê jî zirar daye jiyana welatiyên me.”