Mesûd Barzanî li ser encamên hilbijartinan peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de pîroz kir û daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan jî kir, li dûvçûneka hûr li gilî û gazindên ku li ser hilbijartinan hatine kirin, bê kirin.

Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên Kurdistanê ragihand. Li gorî wan encaman, ku yên %85 dengan bûn, PDK bi cudahiyek mezin li pêşiya hemû partiyan e.

Piştî ragihandina encamên hilbijartinan, Serok Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir. Barzanî serkeftina PDKê di hilbijartinên giştî de li tevahiya kadro, endam û alîgirên PDKê pîroz kir û ragihand, serkeftina hilbijartinan serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye û hilbijartin baştirîn rê ye bo pevguhertina desthilatê.

Barzanî her wiha bang li endam û alîgirên PDKê kir, di dema nîşandana şahî û kêfxweşiya xwe de fîşekan neteqînin û aramiya welatiyan têk nedin.

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ragihand, hinek gilî û gazind li hilbijartinan hatine kirin li ser hebûna sextekariyan ji ber wê jî divê Komîsyona Hilbijartinan li dûvçûneka hûr li wan giliyan bike û rastiyan ragihîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin