Metîn Metîner: Em hem Tirk in hem Kurd!

.

Parlementerê berê yê AK Partiyê Metîn Metîner got: “Di warê etnîkî / nijadî de ez ne Tirk im, ez KURD im” lê “Tirîktî navê îslamiyetê yê din e. Kî li ser navê Tirkîtiyê Kurdan, an jî li ser navê Kurdîtiyê Tirkan cûda bike, ew ne Tirk e ne jî Kurd e. Em hem Kurd hem Tirk in.”

Metîn Metîner li ser hesbê xwe yê Twitterê belav kir, ku jê tê pirsîn “Ma qey tu Tirkî gelê Tirk diparêzî?”

Metîner wiha got “Tirk û Kurd lawên wêrek ên heman miletî ne. Gava miletê Tirk tê gotin rih û îmana ku bi îslamiyetê hatiye sitirandin tê hişê mirov. Tirîktî navê îslamiyetê yê din e. Kî li ser navê Tirkîtiyê Kurdan, an jî li ser navê Kurdîtiyê Tirkan cûda bike, ew ne Tirk e ne jî Kurd e. Em hem Kurd hem Tirk in”

Metîner rexne li kesên nijadperestiyê dike û dive “Li gorî baweriya min ez li dijî nijadperestiya li ser navî Kurditiyê jî û nijadperesyita li ser navêTirkitê jî me. Ez ne li rengê mezlûman ne jî ola mezlûman dinêrim. Lêbelê, ez ne ji wî kesî hez dikim û ne jî piştgirî didim kesê ku dijminê baweriya min e tenê ji ber ku ew ji nijada min e.”

Metîn Metîner di parvekirina xwe de wiha got “Hinek xwenenas dipirsin: Ma qey tu Tirk î ku gelê Tirk diparêzî? Di warê etnîkî / nijadî de ez ne Tirk im, ez KURD im. Pênasa gelê Tirk etnîkî / nijadî nîne, Ew pênasîna hevpar a civakên ku bi Îslamê re rûmetdar in e. ji ber vê yekê ez ferdek vî gelî me. Ji nijaperestiyê re na!”

 

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn