Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Mêtingehên li herêma Efrînê
Mezintirîn mêtingeh, li Herêma Efrînê, Mistewtena bi navê “Çiyayê Xewnan” e. Sala 2020an hate destpêkirin. Rûberekî berfireh ji Çiyayê Kurmênc girtiye. Xwedî pêgeheke stratejîk e, ji ber ku raserî bajarê Efrînê ye. Ew di navbera navçeyên hêzên Tirkiyê ligel grûpên çekdar ên alîgirên wê de ye.
Li aliyê din navçeyên hêzên hikûmeta Sûriyê heye, bi taybetî li herdu bajarokên Nubbul û Zehra. Li aliyê sêyem jî, navçeyên YPGê, li Til Rifeet û Dêr Cemalê hene.
Fikra wê projeyê, ji aliyê çekdarên (Elcebhe Elşamiye) ve, ji bo Hikûmeta Tirkiyê hate pêşkêşkirin. Ji bo vê projeyê jî bi hezaran darên zeytûn û mêweyan hatin birrîn.
Grûpên çekdar çend gundên nimûneyî ji bo xwe û malbatên xwe yên xelkên hawirdeyên gundewarên Şam, Hims, Deraa, Hema û çend navçeyên rojhilatê Çemê Ferat, ava kirin.
Yek ji wan projeyan Gundê Kuweyt Elrehme ye, bi alîkariya komeleyên bi navê (Komeleya Şam a Xêrxwazî ya Mirovî) û (Komeleya Elrehme ya Cîhanî) û bi alîkariya Rêxistina Desteya Hawarçûna Mirovî ya Tirkî hate avakirin.
Heta destpêka Adara 2022yan, bêhtirî 600 malbatên çekdarên (Hemzat) û (Elcebhe Elşamiye), li komelgeheke mêtingên niştecîbûnê, li navçeya (Çiyayê Xewnan) bicih bûn.
Rûberê projeyekê ji wan Mistewtenan 12 hektar e. Rûberê giştî yê projeya bi navê (Çiyazyê Xewnan) gihiştiye, 122 hezar û 533 metre çargoşe. Proje li ser sê bolkên niştecîbûnê hatiye dabeşkirin.
Di navbera her blokekê û ya din de, 30 kîlometre ber bi başûr ve hene. Li her blokekê 2 dibistan, 2 mizgeft, navndeneke bijîşkî, navendeke polîsan, 6 park, hejmarek ji bîrên avê û hawizekî avê yê sereke, hene.
Rûberê 400 metre çargoşe ji bo her wehdeyeke niştecîbûnê, ji bo her malbatekê, hatiye veqetandin. Her şuqeyek jî, ji 3 odeyan pêk tê. Proje ji 5 hezar şuqeyan pêk tê. Heta niha hezar xanî hatine avakirin û mal jî ketinê.
Kî sûdê ji wan projeyan dinîne?
Bêhtirî %70 ji kesên ku sûdê jê dibînin, çekdarên ser bi Tirkiyê û malbatên wan ve ne.
Kêmtirî ji %30 jî beşek ji çekdarên berê û malbatên wan in, ku ji navçeyên din ên Sûriyê li Efrînê hatine bi cîkirin.
Ji bilî çekdaran, beşek ji wê projeyê ji bo sivîlên li derveyî grûpên çekdar hatiye terxankirin. Beşek jî, ji bo rêxistinên hawarçûn û alîkariyan e, weke (Rêxistina Şam a Xêrxwazî ya Mirovî).
Her bolkek ji bo grûpekê hate destnîşankirin. Her grûpekê jî, di navbera 60 heta 240 parçe zevî wergirtine, rûberê her parçe-zeviyekê 400 metre çargoşe ye.
Destên 9 grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, di avakirina Mistewtena (Çiyayê Xewnan) de hene.
Ew grûp ev in: Ceyş El-Islam, Firqeya Sultan Murad, Firqeya Melik Şah, Ehrar Elşerqiyye, Ceyş Elşerqiyye, Firqeya Hemze, Firqeya Sultan Silêman Şah/Emşat, Firqeya Nehem û Elcebhe Elşamiyye.
Rûdaw