MetroPOLL: %70ê xelkê Tirkiyê ji Diyanetê bawer nakin

.

Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê ji %70 xelkê Tirkiyê ji daxuyaniyên Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê bawer nakin.

Berpirsê Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê Ozer Sencar li ser hesabê xwe yê Twitterê encamên rapirsiya derbarê Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê de eşkere kirin.

Li ser pirsa “Hun ji daxuyaniyên Serokatiya Karûnarên Olî bawer dikin an na? Ji %70.4ê beşdaran gotine “Na” û %24.9an jî gotine “Belê”

Li gor encama rapirsiyê %35.2ê hilbijêrên AKPê û %58ê hilbijêrên MHPê jî gotine ji daxuyaniyên Serokatiya Karûbarên Olî bawer nakin. Herwiha zêdeyî ji %90ê hilbijêrên HDP û CHPê û ji %87.9 hilbijêrên IYI Partî jî gotine ew bawer nakin.

AKP  %35.2

MHP  %58

CHP  %90

HDP  %90

IYI Partî %87.9

Kurdistan Haberleri

Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe
Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin