Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi sedema civîna wezîrên karên derve yê welatên NATO yê, ya di rojên 23-24 ê mehê de çû Brukselê û bi nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê bi Josep Borrell re hevdîtinekî kir. Borrell berya hevdîtin destpêbike weha got:
“Em dixwazin bi Tirkiyê re weka namzedekî endamtiya Awrûpayê, cîranekî û weka welatekî girîng dixwazin têkiliyên baş deynin. Hem em dixwazin berjewendiyên welatên Awrûpa û Yekîtiya Awrûpayê biparêzin û vêya bikin.”