Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê: Dermanên metirsîdar li ser me hatin taqîkirin

.

 Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê dibêjin li Girtîgeha Diyarbekirê dermanên ku bikaranîn û taqîkirina wan qedexe ye li ser wan hatine taqîkirin û divê derbarê vê mijarê de dewlet arşîvên xwe bide vekirin û beldeyan ji raya giştî re parve bike. Mexdûr dibêjin dermanên ku hatine taqîkirin dermanên bo kontrolkirina hişê mirovan hatine çêkirin in û ev yek tawanek dijî mirovahiyê ye.

Koma Însiyatîfa Mûzexaneya Bîreweriyê ya Girtîgeha Jimare 5 a Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê da zanîn ku di Girtîgeha Serbazî ya Diyarbekirê de dema derbaye leşkeri de li ser girtiyan dermanên metirsîdar ên qedexe hatine taqîkirin ku ew derman kêrî kontrolkirina hişê mirovan tê ku dezgehên hewalgiriyê yên wek CIA bo wergirtina zanyariyan bi kar anîne û paşê hatine qedexekirin. Mexdûr dibêjin wê demê li ser wan rapirsiyên derbarê dêruniya mirovan de dihatin kirin û dermanên ku bijişkan dane wan jî li ser wan bandorê neyînî derdxist holê.

Mexdûrê Girtîgeha Diyarbekirê Cano Amedî ji K24ê re got: “Dema êşkence li me dikirin û em dibirin cem bijişk dermanên vekirî didan me û serê me pê diêşiya û laşê me jî sist dibû, dema me derman nedixwar em baş dibûn. Tendirustkarên hevalên me jî digotin dibe ku dermanan li ser me taqî bikin.”

Mexdûr dipirsin ku Dermanên ku di çêkirina wan de zanyarên dema naziyan jî cih girtine çawa ji Civata Ewlekariya Tirkiyeyê destura bikaranînê wergirtiye. Hiquqnas dibêjin divê arşîvên dewletê vebin û belgeyên wê demê jî werin parvekirin.

Mexdûrê Girtîgeha Diyarbekirê Hiquqnas Hasan Dagtekîn dibêje: “Emê serî li wezareta dadê û ewlekariyê bidin ku belgeyan aşkere bikin, dema aşkere bûn jî emê mexdûran bînin cem hev ku ser navê însiyatîfê serîlêdanê bikin da ku doz were vekirin.”

Li gorî yasayan ser tawanekê 30 sal derbas bibin tawan ji holê radibe lê tawan dijî mirovahiyê be sînora dem lê nayê kirin û mexdûr dibêjin divê doz were vekirin û tawanbar werin aşkerekirin.

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

PWK dê li Batmanê Roja Alaya Kurdistanê pîroz bike 
Piştî rûxana Beşar Esed, Îsraîl 300 caran pêgehên serbaziyên Sûriye bombebaran kiriye
Dironên Tirkiyê 10 çekdarên meclîsa leşkerî ya Minbicê kuştin
Gef û êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin
Zindana Sednaya ya Şamê di rojeva Cîhanê de ye: Hovîtîya nayê vegotin!