Mezintirîn bazara ajelan li Bakurê Kurdistanê hat girtin

Mezintirîn bazara ajelan a Bakurê Kurdistanê, ku dikeve navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ji ber metirsîyên vîrusa Koronayê hat girtin.

Navenda Nûçeyan - Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19 li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê, dest bi cîbicîkirina hin rêkaran hatîye kirin.

Di çarçoveya wan rêkaran de, bazara ajelan a Siwêregê ku bazara herî mezin a ajelan li Bakurê Kurdistanê ye, îro 18ê Adarê ji saet 11:00an ve hat girtin.

Biryar ji alîyê Şaredarîya Siwêregê ve hatîye dan û hatîye ragihandin, ku girtina bazarê bi awayekê demkî ye.

Şaredarîya Siwêregê di daxuyanîyekê de ragihandîye, “li hember cihên ku hemwelatî ji nêzîk ve hev dibînin û rîska nexweşketina bi vîrusê zêde dikin, tedbîrên me berdewam in. Di çarçoveya tedbîrên tendirustîyê de, ji îro saet 11:00 ve bi awayekê demkî biryara girtina bazara ajelên zindî hate dan”.

Di daxuyanîyê de amaje bi wê yekê nehatîye kirin, ku bazar dê heta kengê girtî be û dê çalakîyên wê kengê dest pê bikin.

Aborîya parêzgeha Rihayê û navçeya Siwêregê bi taybetî li ser ajeldarî û çandinîyê ye.

Girtina bazara ajelan a Siwêregê bandoreke neyênî li rewşa aborî ya bi sedan malbatan bike.

Li Tirkîyê li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustîya wî welatî, 98 kes tûşî vîrusa COVID-19 bûne û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e