Mezintirîn pirojeya berhemanîna spîyatî li Duhokê tê çêkirin

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, li Duhokê mezintirîn pirojeya berhemanîna spîyatî tê çêkirin.

Berpirsê giştî yê berhemanînê li Duhokê, Kurdo Îhsan ji BasNewsê re gotîye, li Duhokê pirojeyeka stratejîk tê çêkirin, ew jî pirojeya xwedankirina çêlekan û berhemanîna spîyatî ye.

Kurdo Îhsan her wiha got, pirojeya han dê li devera Sêmêl ya Duhokê û li ser rûbera hezar doniman were çêkirin.

Berpirsê giştî yê berhemanîna Duhokê anî ziman ku pirojeya han mezintirîn piroje ye li Iraq û Herêma Kurdistanê. Dê berhemên wê bo derveyî welatê werin hinartin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e