Mezlûm Ebdî bi fermandaran re civiya: Rejîma Sûriyê di êrîşên Dêrazorê de têk çû!

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ligel fermandariya ʹHerem El Cizîrêʹ, fermandarên meclîsên leşkerî yên Hesekê, Hol, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê civînek li dar xist.

Navenda Ragihandinê HSDê, di civîna asayî ya dorvegerî de ku ligel Fermandariya Giştî bi meclîsên leşkerî re li dar dixe de, Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û endamê Meclîsa Fermandariya Giştî Mehmûd Berxwedan beşdar bûn.

Mezlûm Ebdî, di civînê de, rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê şîrove kir û bal kişand ser êrîşên Tirkiyê û têkoşîna li dijî DAIŞʹê.

Ebdî: Rejîma Sûriyê bi ser neket

Ebdî behsa bandor û armanca êrîşên rejîma Sûriyeyê û çekdarên wê yên li dijî herêmên Dêrazorê jî nirxand û got ku ew yek bi hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de bûn. Lê rejîma Sûriyeyê di vê yekê de têk çû.

Di civînê de, Fermandariya Giştî kêmasiyên di xebatên meclîsan de nirxandin û hate diyarkirin, divê ew yek bi rêbazên pratîkî û birêxistinkirî werin derbaskirin.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê di civînê de, endamên meclîsên leşkerî û fermandarên wan jî raporên xwe pêşkêş kirin û amadekariyên xwe yên leşkerî û rêxistinî li pêş fermandariya giştî eşkere kirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir