Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez kir, armanca serdana wî bo Serok Barzanî yekgirtina helwesta Kurdî bû. Tekez kir jî, Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve nahêlin Sûriye aram bibe.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevdîtineke rojnamevanî de got: “Êrîşên û milîsên nêzîkî Tirkiyeyê, xewna Sûriyeyeke aram di pêşerojê de têk dide.”
Ebdî tekez kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk rê nadin milîsên nêzîkî Tirkiyeyê derbasî rojhilatê Firatê bibin. Herwiha got jî, danûstandinên bi Heyet Tehrîr El-Şamê re berdewam in, lê fişara ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê, gava yekem e ber bi Sûriyeyeke aram.
Derbarê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî de, Ebdî da zanîn, armanca serdana wî bo Hewlêrê, yekkirina helwesta Kurdî bû.
Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, ji bo danûstandina li gel Şamê, dê di çend rojên bê de bi hêz û aliyên kurdî re bicivin û weke tîmekê serdana Şamê bikin.
Her di vê derbarê de, Berdevkê ENKS Feysel Yûsif duh 27ê Çile ji K24 re gotibû, Serok Barzanî û Hevpeymaniya Navdewletî rijd in li ser nêzîkatiya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û di demek nêzîk de ewê careke din hevdîtinê bi Mezlûm Ebdî re bikin.
Feysel Yûsif got jî, armanca civîna bi Mezlûm Ebdî re, ji bo gihîştina bi nêrîn û daxwazên hevbeş ên kurdên Sûriyeyê ye û tekez kir, her çiqas zû ev yekrêzî çêbibe, ji bo miletê wan baştir e.
(K24)