Mezlûm Ebdî li ser ketina Beşar Esed daxuyanî da: Derfetek e!

.

Mezlûm Ebdî li ser ketina Beşar Esed got, “Em dibin şahidên ketina rejîma otorîter a li Şamê û em li Sûriyeyê kêliyên dîrokî dijîn.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî piştî van rûdanan bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

“Ev guherîn derfetek e”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku rûxîna rejîma Esed ji bo avakirina Sûriyeyeke nû derfetek e û got:

“Em dibin şahidên ketina rejîma otorîter a li Şamê û em li Sûriyeyê kêliyên dîrokî dijîn.

Ev guherîn ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî dike û xwe disipêre demokrasî û edaletê derfetek e.”

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'