Mezlûm Ebdî: Ocalan dê 15ê Sibatê biaxive

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku Ocalan dê di 15ê Sibatê de nameyekê belav bike.

Fermandarê HSDyê ragihand ku Ocalan dê di peyama xwe de behsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike.

Mezlûm Ebdî diyar got, "Em bawer dikin ku Ocalan dê behsa bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî beriya bi çend rojan bi şandeyeke akademisyen û rojnamevanên Ewrûpî re civiya.

Rojnamegerên Îtalî Chiara Cruciati, Giansandro Merli jî di nava şandeyê de bûn û çavdêriyên xwe di malpera il manifesto de nivîsîn.

Li gorî nivîsa Chiara Cruciati, Giansandro Merli Mezlûm Ebdî ji şandeyê got, “gelek dostên me yên Ewropî hene lê her kes wê cesaretê nake ku were me ziyaret bike û her kes nikare wê qehremaniyê bike.”

Fermandarê HSDyê ji wê şandeyê re behsa pêşhatên dawî yên siyasî kir.

Mezlûm Ebdî behsa behsa peyama Rêberê PKK Abdulah Ocalan kir û eşkere kir ku tê çaverêkirin 15 Sibatê Ocalan nameyekê eşkere bike.

Fermandarê HSDyê d zanîn ku  Ocalan dê di peyama xwe de behsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî bike.

Mezlûm Ebdî gotiye,”Danûstandinên me bi Hikûmeta Sûriyeyê re berdewam dikin.

Pêwîst e hemû pêkhate di nivîsandina destûr de cih bigirin û çarnivîsa welatê xwe diyar bikin”

“Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin”

 Heyeta DEM Partiyê ya ku 28ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bû, 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kiribû.

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê herî dawî 22yê vê mehê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûbû Girtîgeha Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê 23yê mehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtinên DEM Partiyê û Abdullah Ocalan got, “Pêvajoya trafîka serdanan qediya, ya ku ji vir û şûn de tê çaverêkirin banga fesixkirina rêxistina terorê ye.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî 28ê mehê diyar kir ku divê heyeta DEM Partiyê di demeke nêzîk de banga ji Îmraliyê tê hêvîkirin eşkere bike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê jî îro diyar kir ku heta şert û merc neyên afirandin Ocalan nikare bang li civakê bike û peyamekê belav bike.

Besê Hozatê diyar kir ku heta niha ti peyamên Ocalan ji wan re nehatine lê ew li benda hatine peyama wî ne.

Li gorî hin şîrovekarên siyasî yên nêzîkî AK Partiyê Abdullah Ocalan 15ê Sibatê dê bi peyameke vîdeoyî banga danîna çekan li PKKyê bike.

Li aliyê din heta niha Heyeta DEM Partiyê li ser van gotinan ti daxuyanî belav nekiriye.

Kurdistan Haberleri

AMED - DTSOyê ciwan û kompanyayên dijîtal gihandin hevdû
Tulsi Gabbard: Ew kesê li Sûriyeyê desthilat e Îslamîstekî tundrew e
Li Dêrsimê tevî nerazîbûnan ‘Tesîsa Jêbirina Gilêşê’ tê avakirin
HRW: Dibe ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê tawana şer kiribe
Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû