Mezlûm Kobanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir û di şerê DAIŞê de hêvîya hemahengîyeka zêdetir di navbera HSD û hêzên Iraqî de xwast.

Navenda Nûçeyan - Mezlûm Kobanî şeva borî li ser twîttera xwe, derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê peyamek belav kir û got, “Em pîrozbahîyê li birêz Mistefa Kazimî dikin ji ber wergertina bawerîyê bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.”

Mezlûm Kobanî her wiha got, “Em hêvîdar in di zûtirîn dem de tevahîya kabîneyê pêk bê, bo ku bibe hikûmeteke çareser û mil bi milê hemû pêkhateyan û gelê Iraqê ber bi aramîyê ve bibe.”

Wî fermandeyê kurd amaje bi şerê DAIŞê li Sûrîye û Iraqê jî kir û got, “Em çaverêyî zêdekirina asta hemahengîyê dikin bo zaminkirina şikesta mezin a bi ser terorîstan û vegerandina aramîyê bo welatên me.”

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e