Mihemed Îsmaîl: Rêkeftina alîyên Kurdî dê hêzeke xurt be di hemû waran de

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Mihemed Îsmaîl dibêje, rêkevtina alîyên Kurdî dê hêzeke xurt be di hemû waran de û tekez dike ku Amerîka di mijara lihevanîna alîyên sîyasî de li Rojavayê Kurdistanê cidî ye.

Navenda Nûçeyan - Endamê Desteya Serokatîya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa rêkevtina alîyên Kurdî kir.

Mihemed Îsmaîl li ser xalên rêkevtinê û gavên pêşerojê, amaje bi wê kir ku wan li jêr çavdêrîya Amerîkayê  danûstandinên ENKS-PYNK dest pê kiribûn û got, “tevî hinek xalên bawerîyê mane jî lê me nexwest bibin asteng bo ku em bikarin vê pêvajoya xwe derbas bikin û me rêkevtineke sîyasî derbas kir”

Mihemed Îsmaîl tekez kir ku ew li ser bingeha peymana Duhokê hevtêgihiştinek pêk anîne û  got, “bo ku karekî hevbeş çê bibe di hemû waran de, girîngîya yekrêzîyê heye, pêwîstîya miletê me pê heye. Ev derfetek e ku ber bi rêkeftineke cidî biçin.”

Derbarê pirsên sîyasî ku alîyên Kurdî li ser li hev kirine, Mihemed Îsmaîl dibêje, “em Kurd çi dixwazin li Sûrîyê, em rejîmê, opozisyonê, pêşeroja Sûrîyê, têkilîyên sîyasî li gel alîyê navdewletî em çawa dibînin, li ser van xalan me nêrîneke hevbeş li hev kir. Ev gelek girîng e.”

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê dibêje, rêkevtina alîyên Kurdî dê hêzeke xurt be di hemû waran de derbarê dîtina wan li ser Sûrîyê dibêje, “Em tev de dixwazin Sûrîyeke demokratîk, firehizbî, parlamenî ne ji bo Kurdan bi tenê, bo hemû pêkhateyên Sûrîyê. Nabe yek alî tahakkumê li hemû alîyan bike.”

Derbarê meseleyên îdarî, leşkerî, aborî jî Mihemed Îsmaîl dîyar kir ku wan hîn li ser vê mijarê gotûbêj nedaen destpêkirin û ew çaverê ne ku derbasî wê qonaxê bibin. ENKSê ji berê ve gotîye destê me dirêjkirî ye ji bo yekrêzîya Kurdî ku bikare karekî hevbeş bike. Miletê me pêwîstî bi yerêzîyê heye. Ev rêkevtin dê hêzeke xurt be di hemû waran de.”

Herwiha Mihemed Îsmaîl dibêje, alîyê Amerîkayê di vê hewldana nêzîkkirin û lihevanîna alîyên Kurdî de cidî ye.

Partîyên Yekitîya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekitîya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê doh daxuyanîyeke hevpar dan. Herdu alîyan ragihandin, ku "qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!