Arif Qurbanî
Bangewaziya ku vêga Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî dikin, ji bo ku PKK çekên xwe deyne ne tiştekî nû ye.
Di tevahiya 20 salên borî de, her dema ku li herêmê bûyer û pêşhatek qewimîbe ku derfetek ji bo tevdana pirsa Kurd derxistibe holê, Tirkan ev “beyt û kilam” wekî şert û maka çareserkirina pirsa Kurd aniye pêş.
Di demekê de ku ji aliyê pratîk ve ti gav ber bi wê hêlê ve neavêtine ku ne tenê PKK lê yek gerîlayî jî têxin ber vê pirsê: "Gelo, hîn jî pêwîst e ku ez çekê hilgirim?"
Xeysetek li ser tomeriya wêneyê gelê Kurd serdest e ku Kurd ne miletekî şerxwaz e. Ti milet bi qasî miletê Kurd ne evîndarê jiyanê ye. Gelê Kurd ne evîndarê tifingê ye û bê sedem neçûye ser wan çiya û zinarên bilind.
Tevgera çekdarî ya Kurdan ji berê ve û vêga jî berhema rewş û qonaxekê bû û wekî pêwîstiyekê ji bo mayînê dest avêtiye çekan. Tevî newekheviya hêza Kurdan û hêza dewletên dagirker ên neteweyî yên deverê, ya ku miletê Kurd hiştiye çeka di destê wî de bû. Di her derfet û demekê de jî ku bawer kiribe rêyeke din ji bo xebat û têkoşînê heye, çekên xwe bê deng kiriye.
Niha jî ku pêşketinên teknolojiya leşkerî û çekên zîrek gihiştine astekê ku robot, dron û mûşekên dûravêj şeran diyar dikin. Di gel ku xebata çekdarî li tevahiya cîhanê ketiye bin pirsê jî hîn jî pêwîstiya mabûna çekan di destê Kurdan de pêwîstiyeke mecbûrî ye. Divê Kurd wê demê dev ji çekên xwe berdin ku ew armancên ku ji bo wan çek hilgirtine pêk werin.
Tirkiye û her yek ji dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê, wê demê dikarin ji Kurdan re bibêjin dev ji têkoşîna çekdarî berdin ku rewşeke wiha çêkiribin ku Kurd ne hewcedarî çekan bin. Yan jî herî kêm têra wê yekê derfeta têkoşîna siyasî ji Kurdan re hiştibin ku bawer bikin dikarin bi xebata siyasî û medenî ji bo mafên xwe têbikoşin.
Lê dewleteke ku ne tenê dev ji dagirkeriyê bernedabe, tewra hewldanên qirkirina gelê Kurd berdewam bidomîne daxwazê jî bike ku Kurd ji bo parastina xwe dest nebin çekan, lap wekî wê yekê ye ku gurek gilî ji nêçîra xwe bike, "Tu çima direvî dema ku ez dixwazim te bixwim?"
Berevajî her yek ji dewletên Îraq, Sûriye û Îranê, derfet ji Tirkiyeyê re peyda bûbû ku bikare li gel tevgera medenî û siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê, li derveyî tevgera çekdarî ya Bakur rêyeke çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd bibîne, bi awayekî ku rewş û pêwîstiya têkoşîna çekdarî bi dawî bîne.
Lê ne tenê ev yek nekir, li şûnê, Kurdên ku baweriya wan bi xebata medenî û siyasî jî hebû, neçar kir ku hefsarê xwe bidin dest wê tevgera çekdarî ku serê Tirkiye xistiye nav derd û belayan.
Tevgera siyasî ya Kurdî li beşên din ên Kurdistanê, ji partî û karakterên siyasî yên ku li ser çiyan bûn pêk dihat. Ango tevgera siyasî û tevgera çekdarî heman tişt bû. Li derveyî vê tevgera çekdarî, ti Kurdê di bin ti navî de nikarîbû nûnertiya pirsa Kurd li gel dewletên neteweya serdest bike. Tewra, çi qas Kurdekî dilsoz û xemxwarê pirsa neteweya xwe jî bûbe, her reftara wî ya bi dewletê re, wekî cureyekî xayîntiyê hatiye binavkirin.
Lê li Tirkiyeyê mil bi mil bi tevgera çekdarî ya Kurd re, tevgereke siyasî û medenî ya Kurdî jî hebû. Çendîn partî di bin nav û îdeolojiyên cuda de, her wiha çendîn karakterên siyasî yên serbixwe jî hebûn, wekî Kurd têkoşîna siyasî kiriye.
Kes nikare ji welatparêzî û fedakariya Leyla Zana, Ehmed Turk, Selahedîn Demîrtaş, Osman Baydemîr û bi dehan navên din kêm bike, ji ber ku li derveyî tevgera çekdarî ya Kurdî li Bakur, têkoşîna siyasî kirine.
Tirkiyeyê dikarîbû bi wan rêbaz û aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê re, mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd bibe pêş, mafê wekhev ji bo gelên Tirkiyeyê berdest bike ku qet nebe Kurd bigihiştana nîvê mafên xwe yên neteweyî û niştimanî, ne pêwîst bû Tirkiye daxwaz bike dev ji têkoşîna çekdarî berdin, wê demê tevgera çekdarî bi xwe dê xwe bixista ber vê pirsê 'Gelo hebûn û mayîna çekan pêwîst e?' Lê Tirkiyeyê ev yek nexwest.
Guman tê kirin ku arasteyek di nav dewlet û artêşa Tirkiyeyê de, berjewendiya wê di wê yekê de be ku ev mijar bi vî awayî bimîne û berdewam bike. Eger na Kurd li Bakurê Kurdistanê, li derveyî têkoşîna çekdarî, amade ne bidin ser hemû rêyên aştî û demokratîk û siyasî û bi misogerkirina asta herî kêm a mafan jî razî bûn. Ya ku deriyên din li ber Kurdan girtin, dewlet e.
Ji bo dîrokê, divê ev yek bê gotin dema Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) hat ser desthilatê û propagandaya wê yekê kir ku dê derî li ber çareseriya pirsa Kurd veke, bi milyonan Kurdan piştgiriya AK Partiyê kir, çûn nav refên wê partiyê û bûn endam. Di hilbijartinan de dengê xwe dan AK Partiyê û nêzîkî 80 parlamenteran, ji herêmên Kurdî bi dengê Kurdan çûn parlamentoyê lê gelek tê ve neçû bêhêvî bûn.
Li derveyî AK Partiyê jî di her gera parlamentoyê de, her carê û bi navekî partiyekê xwe wekî nûnertiya yan nêzîkî pirsa Kurd sêwirandibe, bi milyonan Kurd li dora wê kom bûne. Ji ber ku baweriya wan bi rêya demokratîk û aştiyê hebû ji bo bidestxistina hinek ji mafên xwe lê her carê, dewletê derî girtine.
Karakterekî siyasî yê Kurd nemaye ku çendîn caran neketibe girtîgehê. Di her gereke parlamentoyê de çendîn parlamenterên Kurd li Parlamentoya Tirkiyeyê, parastina wan hatiye rakirin, hatine dadgehkirin û xistine girtîgehan. Ji sala 2014an heta niha, nêzîkî 200 şaredarên Kurd ku bi hilbijartinê bûne şaredar, ji postên xwe hatine dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatine danîn.
Di vê kêliyê de jî ku her du partiyên desthilatdar (AK Partî û MHP), Erdogan û Baxçelî wekî serê desthilata partî û hikûmetê, ku mijara çareseriya Kurdî anîne holê û daxwaza danîna çekan a bê merc ji PKKyê dikin ku xuya ye Abdullah Ocalan jî li Girtîgeha Îmraliyê gihandine wê baweriyê ku dawî li qonaxa xebata çekdarî bîne û bang li PKKyê bike ku dev ji çekan berde lê vêga li hundirê Tirkiyeyê ji her demê zêdetir derî li ber têkoşîna siyasî û sivîl girtine. Pêvajoya dûrxistina şaredaran û danîna qeyûman li şûna wan, ji hemû demên berê zêdetir û berfirehtir kirine.
Li Rojavayê Kurdistanê jî dron û balafirên Tirkiyeyê rojane êrişî herêmên Kurdî dikin û xwîna jin û zarokên Kurd dirijînin. Bi piştgirî û rênîşanderiya Tirkiyeyê, komên çekdar ên Îslamî yên tundrew ên Ozbekî, Efxan, Çeçen û tewra Îgoriyên Çînî, mil bi mil bi Ereb û Tirkmenên Sûriyeyê re biwerdaye ser canê Kurdan dikin û êrişî herêmên Kurdî dikin. Hemû hewl dane ku çekan ji destê Kurdan derxin û bixin bin destê wan komên ku çendîn sûcên komkujiyê pêk anîne.
Li Başûr jî ji bilî ku bi kûrahiya dehan kîlometran artêş aniye nav erdnîgariya Herêma Kurdistanê, rojane jî li ber çavê cîhan, Xwedê û xelkê bi dronan li cihên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê welatiyan dikuje û şehîd dixe.
Ti guman û tiştekî veşartî jî di wê yekê de tune ku di odeyên girtî û civînên pişt perdeyê yên navneteweyî û hêzên herêmî de jî, mijûlî plangeriyên li dijî Kurdan e. Di vê rewş û kêliyê de, ji her demê zêdetir dabaşa biratiya Kurd û Tirkan dike û daxwaz dike ku Kurd dev ji têkoşîna çekdarî berdin.
Divê Kurd bi giştî û PKK bi taybetî ji her demê bêhtir haya wan ji van plangeriyan hebe. Divê nekevin bin bandora hestên ji bo rêberê xwe eger daxwaza danîna çekan ji gerîlayan bike. Divê Kurd wê demê çekan deynin, gava pêwîstiya wan bi xebata ji bo gihiştina mafên xwe nemabe.
Çavkanî: Rûdaw