Mike Pence li ser rûpela xwe ya Twitterê ragehand: Min û şêwirmenda Serokê Amerîka Ivanka Trump pêşwazî li Nadya Murad kir, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye û xelata Nobelê ji bo aştiyê wergirtiye.
Herwiha Cîgirê Serokê Amerîka got: Hêz û qaremaniya Nadya, hiştiye ku ew bibe sembolek ji hemû qurbaniyên destê DAIŞê.
Li aliyekî din, Nadiya Murad ragihand, serokê Fransa Emmanuel Macron jê re gotiye dê bi wê re serdana devera Şingalê bike.
Nadiya Murad, duh li Waşingtonê li ser wergirtina xelata Nobel ya aşitiyê civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Nadiyayê piştî ku behsa xelata xwe kir, da zanîn ku serokê Fransa Emmanuel Macron soz daye wê ku li gel wê serdana Şingalê bike.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî da xuyakirin, wê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkarê Mike Pompeo derbarê wergirên xelata Nobel a Aştiyê de gotûbêj kiriye û tekez kir, em şanaziyê bi wê yekê dikin, ku Nadiyeyê ew xelat bi hevbeşî wergirtiye.
Nauert herwiha got: “Nadiyeyê gelek kar kirine, ne tenê bo pêşvebirina azadiya ayînî, lê belê wê bo azadiya jinan jî xebat kiriye û bi taybet jî bo azadbûna ji tawana regezî.”