Baregaha Artêşa Tirkiyeyê ya li Helebê hate bombarankirin.
Hevkarên artêşa Sûriyê yên ser bi Îranê, îro, baregeha artêşa Tirkiyê ya çavdêriyê ya li Amadan a bejahiya rojavayê Helebê bombaran kir.
Ev nûçe ligel Al Masdar ji aliyê medyaya herêmê ve jî hate piştraskirin.
Herwiha Al Exbar a Sûriyeyê û medyayên dîgîtal jî ragihandine ku; "Baregeheke Artêşa Tirkiyê ya li Amadanê bi fûzeyên Girad hat bombarankirin."
Tê îdia kirin ku ev êrîş ji aliyê mîlîsên ser bi Îranê yên hevkarê artêşa Sûriyê ve hatiye kirin.