Milîsên şîe yên nêzîkî Îranê 2 roj mohlet dan Kazimî!

.

Milîsên şîe yên nêzîkî Îranê, du roj mohlet dane hikûmeta Iraqê da ku girtiyên wan berde.

Piştî ku balyozxaneya Amerîka li Bexdayê rastî êrişa mûşekî hat, hikûmeta Iraqê hinek endamên koma Esayîb Ehlê Heq, ku komeka Heşda Şeibî û nêzîkî Îranê ye, bi tohmeta ku destê wan di wê êrişê de hebûye, girt.

Ji ber wê jî, şeva borî komek çekdarên wê komê bi çekan ve li nav Bexdayê belav bûn û gef li hikûmeta Iraqê û serokê hikûmetê Mistefa Kazimî xwarin.

Piştî wê, serokê asayişa niştimanî ya Iraqê Qasim Eirecî bi wan re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de milîsên şîe 48 saet mohlet dane hikûmeta Iraqê da ku girtiyên wan berdin.

Li aliyekî din jî, Mistefa Kazimî hişyarî da wan milîsan û ragihand, ewê li hember wan kesên ku aramiya Iraqê xirab dikin, nermahiyê nîşan nedin.

Rêberê bizava Sedr, Muqteda Sedr jî bang li Îranê kir, Iraqê neke meydana şerê xwe û Iraqê. Ji ber ku Iraq bûye qurbana şer û nakokiyên Îran û Amerîka.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"