Min Mehdî Zana Wek Darek Beriwên Çiyayê Kurdistanê Dît

Konê Reş

Seydayê Cegerxwîn ji me re digot: (Lawo! Ku ez bimirim gulan neyinin ser gora min.. niha li min miqatebin…). Mixabin, me bîr nedibir û niha em poşman bûne…Da ku careke din poşmaniya me dubare nebe, hîn Mehdî Zana saxe, werin em 80 saliya rojbûna wî lê pîroz bikin, dilê wî xweş bikin û nifşên nûhatî jî agahdarî serboriya jiyana wî bikin.. Ma çend kesayetiyên wek wî di nav me de hene?. Ku ez û te wî pîroz nekin, wê kî wî pîroz bike?!

 

 

 Mehdî Zana ev lehengê Kurd yê ku 16 sal ji temenê xwe di ber me de, di zindanên neyaran de derbas kir.. Dema ku dora lêdan û êşkenceya wî di zindanê de dihat, qardiyanên zindanê qerfên xwe pê dikirin û ji hev re digotin; va dora "Serokkomarê Kurdistanê.." hat.. Mehdî Zana yê ku ji encamê berxwedan û pêdariya wî, yekê wek Danielle Mitterrand di pirtûka xwe de wiha gotiye: "Ez pirsa gelê kurd ji Mehdî Zana fêr bûm".

 Bi min xweş e ku ez bi vê pîrozkirina 80 saliya wî ya ku rastî roja 20/12/2019 hat, ronahiyê berdim dor hezkirina wî ji welat û zimanê welatê wî re û hem jî pirtûkên ku wî nivîsandine bi we bidim nas kirin.. Naxwazim di vê gotinê de li dor xebat, têkoşîn û siyaseta wî ya kurdewariyê rawestim, gelekan li dor vê yekî nivîsandiye.

  Du-sê caran çav bi Mehdî Zana ketime; carekê li Qamişlo û du caran li Hewlêrê. Di van herdu caran de, em baş bi hev re axifîne û di encam de min ew wek darekê ji darên beriwên çiyayên Kurdistanê dît.. Dareke bi şax û pax ku rehên wê di nav xaka welatê min de kûr û dûr çûne.. Erê min Mehdî Zana mîna dareke Beriwan ya şipya dît. Û wek ku hûn zanin, dar şipya xuya ne, şipya dijîn û şipya dimirin..

  Her dem Mehdî Zana, hezkirina xwe ji welat re wiha bersivê dide: "Ez bê welatê xwe nikarim bijîm. Ez bê nasname; ziman, çand û civaka xwe nikarim bijîm. Divê Kurd berî her tiştî zimanê xwe wekî şeref û laşên xwe biparêzin..".

 Baweriyên xwe jî wiha eşkere tîne ziman û dibêje:

 "BARZANÎ di avakirina nasnameya min de roleke sereke leyîstîye û dilê min hertim bi wî re bû. Ew li cem min wekî hizra neteweyî, sembolek, efsaneyeke folklorî, rêber û rênîşandêr bû. Lê bêşik kesên din jî, hîkariyên xwe li min kirine. Farqîn, bajarê ku ez lê bûm pir bi hereket bû; kurdperestî, berxwedan, bîraniyên bavpîr û kalên me hebûn..  Dengbêj û stranên me, di avakirina nasnameya min de rolên sereke leyîstin; min bi dilşadî li van kesan guhdarî dikir: Aramê Tîgran, Kawis Axa, Meyremxan, Salihê Bêynetî, M. Arifê Cizîrî, Karabêtê Xaço, Feyrusah, Hesenê Cizîrî, Îsa Berwarî, Tahsîn Taha, Sakiro, Şeroyê Biro.. Yanî kilambêj, çîrokbêj û dengbêjên Kurdî rolên mezin dileyîzin di avakirina nasnameya mirovî/ê de. Sê-çar radiyoyên kurdî jî, hîkariyên xwe yên baş li min kirine û di avakirina kesayetiya min de rolên mezin leyîstine. Ew hersê radiyo ev in: Radiyoya Êrîvanê, Radiyoya Bexdayê û Radiyoya kurdî ya PDK û hîkariyên xwe li min kirine".

 Û armanca xwe ya dawî wiha tîne ziman: "Ez bi gotina Mesut Barzanî re me û ez wekî wî serxwebûna Kurdistanê dixwazim û ez amade me ku ji bo serxwebûna Kurdistanê herim mirinê jî.. Ez bi hesreta roja Serxwebûna Kurdistanê ve dijîm. Bi sedan hevalên min mirin û (Kurdistana serbixwe) ne dîtin. Ew bêyî ku bibînin ji nav me bar kirin, çûn gorê û hin hevalên min ên "Zîndana Amedê" jî, hatin kuştin ji bo doza Kurdistanê. Ji ber van sedeman, gava ku Kurdistana Serbixwe (îlan) bibe, hingê ez dê pêşîn herim ser (Gora) Barzanî, piştre Seydayê Mele Evdilayê Xerzî (Timoqî), Niyazî Hosta, Mele Mahmûd Yeşîl, Mele Avdilkerim Ceylan, Muhterem Biçimli, Mahmûd Okutucu.."

 

 

 Wek ku çawa min Mehdî Zana wek têkoşerekî Kurd naskiriye û ew şopandiye wiha jî ez wî wek nivîskarekî kurd nas dikim û berhemên wî yên bi Kurdî dixwînim. Ji Pirtûk û Berhemên wî:

1 - Bekle Diyarbakır, 1991

2 - Sevgili Leyla Uzun Bir Sürgündü O Gece, 1995

3 - Çarşîya Silîva, 1999

4 - Ay dayê, roman, 2005

5 - Me helal bikin, 2000

6 - Parastina min, 2004

7 - Evîna dilê min, 1993

8 - Zelal (Yenlden Dogoş)

9 - Vehşetin Gunlugu

10 - Hölle Nr. 5: 1992

11 - La prison no 5: 1995

12 - Gevangenis Nr: 5

 Mehdî Zana;  di roja 20/12/1939an de li Farqîna Diyarbekirê  çêbûye. Di sala 1963î de bûye endamê TİP (Partiya Karkerên Tirkiyeyê). Di sala 1978î de weke endamekê serbixwe tevlî hilbijartinên şaredariya Amedê bûye, biserketiye û bûye serokê Şaredariya Amedê heta sala 1980'î. Di cûnteya 1980î de hatiye girtin û zîndanîkirin. Ew zêdetirî 16 salan di Zîndana Amedê de maye. Û gelek êşkenceyên hovane têde dîtine.

 Piştî ku ji zîndanê derketiye çûye EwropayêFransa, Almanya û Swêdê û ta niha jiyana xwe li Swêdê derbas dike. Kebaniya wî têkoşera Kurd ya navdar (Leyla Zana) ye, du zarokên wan hene.

Ez temenekî dirêj di xweşiyê de ji vî lehengê Kurd re hêvî dikim.

*- Tev gotinên Mehdî Zana yên di nav du kevanên biçûk de, min ji hevpeyvîna ku mamoste Maruf Yilmaz pê re kiriye, girtine.