Hevserokê PYDê Salih Muslim ragihand bajarê Mincibê ku heta niha di destê DAÎŞê de bû, bi temamî kete destê hêzên kurd û hêzên meclîsa eskerî ya Mincibê.
Minciba ku ji du salan zêdetir e di destê DAÎŞê de bû kete destê hêzên kurd û hêzên meclîsa eskerî ya Mincibê. Salih Muslim bi minasebeta ji DAÎŞê riygarkirina Mincibê daxiyaniyek da û got li gel cîh cîh hêj pêvêûn diqewimin jî Mincib bi temamî hatiye kontrolkirin. Muslim di dumahîka daxuyaniya xwe de got ku DAÎŞ li Mincibê ji Reqayê bêtir bihêz û birêxistinbû, lewa jî ketina Mincibê dê ketina Reqayê zûtir bike.
Weke tê zanîn hêzên YPGê û hêzên meclîsa eskerî ya Mincibê ji 1.ê Hezîranê vir de ji bo Mincibê ji destê DAÎŞê rizgar bikin, dor li bajêr girtibûn û piştî şerekî dûr û dirêj ketibûn nava bajêr.